Smiley face
sorani
Smiley face

Ragihandina Êzîdxanê êrîşa ser malpera me şermezar kir

2018-01-23 00:07:03
Ragihandina Êzîdxanê êrîşên dewleta Tirk ya li ser ragihandina azad û bi taybet êrîşa li ser malpera me Rojnews’ê bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.


 


 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ragihandina Êzîdxanê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên dewleta Tirk a li her derê Kurdistanê li ser ragihandina azad û bi taybet jî êrîşa sîber ya li ser malpera ajansa şermezar kir.

 

Daxuyanî wiha ye;

 

Em wek Endamên ragihandina Êzîdxanê êrîşên dewleta Tirk li ser çapemaniye azad şermezar dikin  û dibêjin  ev demek dirêje ragihandina azad bûye çetelek li çavên dijmin de û ji ber rastiyên wan derdixe holê jî rû be rûyê êrîşan tê.

 

Gelek endam û cihên ragihandina Azad li Şengal û Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên hovane hatine û bûne hedefa êrîşan.

 

Herî dawî malpera Ajansa Rojnews ku hovîtiya dewleta Tirk a li Efrîn û Rojavayê Kurdistanê bi rêya nûçeyên xwe diweşand û parve dikir, rû bi rûyê êrîşê hat.

 

Em weke ragihandina azad ya Êzîdxanê êrîşên ser Efrînê û li ser ragihandina azad şermezar dikin û dibêjin ku wê dengê rastî û heqîqetê neyê qut kirin.  

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin