Smiley face
sorani
Smiley face

Ji bo piştgiriya Efrînê li Hewlêr meşek girseyî hate lidarxistin

2018-01-22 16:33:43
Li Hewlêr ji bo piştgiriya Efrînê meşek li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêr hate lidarxistin.


 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Îro bi tevlîbûna Kurdên ji herçar parçeyên Kurdistanê li bajarê Hewlêr ji bo piştgiriya Efrînê meşek girseyî hate lidarxistin. Meş li bazara Împayertawere destpê kir û heya ber navenda Neteweyên Yekbûyî meşiyan.

 

Piştî meş giha ber navenda Neteweyên Yekbûyî ji bo piştgiriya Efrînê daxwaznameyek pêşkêşê Neteweyên Yekbûyî (NY)hate kirin.

 

Piştre daxuyaniye hate dayîna çapemeniyê û ji aliyê endamê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Sazvan Şêrwanî ve daxuyanî hate xwendin û wiha hate gotin; “Bêdengbûna Neteweyên Yekbûyî li hemberî hemû sînorderbaskirinên dewleta Tirk ji bo ser Efrînê nayê qebûlkirin. Ji ber ku nêzî çar salane gelê Rojava li ber çavê hemû cîhanê şerê çeteyên DAIŞ’ê dike.

 

 

Nabe partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û Kurdên parçeyên din van êrîşên Tirkiyê qebûl bikin. Ji ber ku ji bo ser tevahî gelê Kurd metirsî çêdike.”

 

Piştre nûnera HDP’ê li Başûrê Kurdistanê Muzeyen Gîwneş jî axivî û got; “Berpirsên Neteweyên Yekbûyî ji me re gotin ku îro li ser rewşa Efrînê civîna wan heye. Her wiha diyar kirin wê du rojên pêşiya me de helwesta xwe ya li ser rewşa Efrînê eşkere bikin.”

 

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]mail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin