Smiley face
sorani
Smiley face

Balafirên şer yên Tirk zarokekî koçber qetil kir

2018-01-21 01:05:55
Zarokê koçber yê ji Idlibê di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê de jiyana xwe ji dest da.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Artêşa Tirk a dagirker piştî erêkirin ji Rûsiya stend, herêmên cûda ji Efrînê bombebaran kir, di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 13 birîndar bûn.

 

Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de zarokê koçber ê 9 salî Yihya Hemad ku tevî malbata xwe ji Idlibê koçber Efrînê kiribû jî hebû. Hemada di encama bombebarana balafiran destpêkê birîndar bû. Ew rakirin nexweşxaneyê û tevlî hemû hewldanan jî rizgar nebû û şehîd bû.

 

Artêşa Tirk li Efrînê sivîlan bê ser û ber bombebaran û topbaran dike. Di Efrînê de bi dehezaran welatiyên koçber ku ji gelek deverên Sûriyê ji ber şer koçber bûne hene.

 

Di encama bombebarana balafiran birayê Yihya yê bi navê Xalid Hemad (11) di zikê de birîndar bû û niha li nexweşxaneya Avrîn tê dermankirin. Bijîşk dibêjin ku rewşa Xalid jî girane.

 

Medya Tirk birîndarbûna zarokan û sivîlan înkar kiribû û îdîa kiribû ku ev wêneyeke ji sala 2016’an maye.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin