Smiley face
sorani
Smiley face

YJŞ’ê Binevş Agal bi bîr anî

2018-01-20 13:38:24
Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ)  jina şoreşger ya Êzidî Binevş Agal ya bi nasnav Bêrîvan bi bîranî û ragihand: “Binevş Agal (Bêrîvan Agal) weke jineke Êzidî di berxwedana Cizîra Botan de cih girtiye û bûye sembola berxwedan û têkoşîna li dijî faşîzmê.”


 


 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) jina pêşeng û şoreşger ya Kurdên Êziîd Binevş Egal (Bêrîvan) di salvegera şahadeta wê ya 28. de bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîranî.

 

Daxuyaniya YJŞ’ê wiha ye;

 

Em şehîd Bêrîvan (Binevş Agal) di 28. salvegera şahadeta wê de bibir tînin û di şexsê wê de şehîdên têkoşîna azadiya jin û hemû şehîdên şoreşger bi rêzdarî û bi minet bibîr tînin. Emê bi serî ne tewandina ji faşîzmê re ew meşaleya azadiyê ya şehîdên me rakiriye, bilindtir bikin û soza pêkanîna xeyalên wan didin.

 

Şehîd Binevş Agal bi berxwedan û têkoşîna xwe ya li dijî mêrê desthilatdar û yekdestdariya dewletên îxtîdarperest îro ji bo hezaran jinan bûye nûnera xeta azadiyê.

 

Şehîd Bêrîvan ji bo ji êşên gelê xwe re bibe bersiv û wana bigihîne azadiyê serî li hember faşîzmê rakiriye, di nava têkoşîna şoreşgerî de weke jineke Êzidî cih girtiye û bûye sembola berxwedan û têkoşîna li dijî faşîzmê. Yekemîn jina Êzidî ya di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd Binevş Agal (Bêrîvan) bûye sembola berxwendana Cizirê, ji bo me jinên Êzidî jî jiyana şoreşgerî, bi taybet di têkoşîna jinan û di têkoşîna azadiyê ya hemû gelan de, bûye îfadeya şênber û nûnera xeta têkoşîna azadiyê.

 

Em weke hêzên çekdarî yên jinên Êzidî di xeta Binevşan de heya azadiya jinên Êzidî, hemû jinan û gelan bidest bixin, emê di xebata şoreşê de bi pêşve biçin û emê xeta têkoşînê ya me ji şehîdan girtiye bibin serkeftinê.

 

Li ser vê bingehê em di şexsê şehîd Binevş Agal de hemû şehîdên azadiyê bibîrtînin, emê di xeta Binevç Agalan de bimeşin berxwedanê mezin bikin û soza xwe ya ji bo şehîdan nû dikin.

 

Binevş Agal bi nasnav Bêrîvan ku ji Êzidiyên Bakurê Kurdistanê ye di salên 1980’î yan de pêşenga serhildanên gelê Cizîra Botan bû. Yekem jin bû ku bi wêrekiyeke mezin gel li dijî faşîzma dewleta Tirk a li dijî Kurdan li devera Botanê rêxistin dikir û di refên pêş yên serhildanan de cih digirt. Di 16’ê Çileya 1989’an de li ser îxbarek dewleta Tirk ser mala ku di têde bû girt. Lê, Binevş teslîm nebû û heya mermiya dawiyê jî li berxwe da. Di encama berxwedaneke bêhempa de şehîd bû.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin