Smiley face
sorani
Smiley face

Li Silêmanî kesek şewitî

2018-01-19 14:05:17
Li bajarê Silêmanî kesekî temenê wî 65 salî ji ber agir girtina sopê ku şewitî, jiyana xwe ji dest da.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Rêveberiya polîsên Silêmanî di daxuyaniyekê de diyar kir ku îro saetên sibehê li Taxa Kanî Spîke ya bajarê Silêmanî ji ber agir girtina sopê welatiyek 65 salî bi navê M.S.H. bi giranî şewitî.

 

Piştî hate rakirina nexweşxaneyê ji ber rêjeya şewitîna zêde ya bedena wî, jiyana xwe ji dest da.

 

Di daxuyaniya rêveberiya polîsan de hat diyarkirin welatiyê bi navê M.S.H. sala 1953 ji dayik bûye û li Taxa Kanî Spîke ya bajarê Silêmanî di runişt. Piştî bûyerê ji aliyê polîsan ve li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin