Smiley face
sorani
Smiley face

Silêmanî: Hejmara jinên di stargehê de dijîn eşkere bû

2018-01-16 15:49:28
Rêveberiya Giştî ya Çavdêrî û Pêşxistina Civakî li Silêmanî eşkere kir 30 jinên di stargeheke Silêmanî de dijîn dibin gefê de ne.


 

 

ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ


 

Îro nîvro Rêveberê Giştî yê Çavdêrî û Pêşxistina Civakı Omer Gulpî li bajarê Silêmanî di derbarê rewşa jinên ku ji ber şîdeta mêr û bi armanca pararastinê di stargehan de dimînin daxuyaniya çapemeniyê da û ragihand ku tehdît li ser jinên di nava stargehê de dijîn heye.

 

 

Gulpî di derbarê hejmara jinên ku di sala 2017’an de ji ber şîdet, nebûna ewlekariyê ji stargeha jinan sûd wergirtine eşkere kir û got: “Hejmara jinên ku di sala 2017’an de li malê de mane û hatine parastin 230 jin û 51 zarokin.

 

Gulpî her wisa têkildarî hejmara jinên ku niha di nava wê mala ji bo parastinê de tê girtin jî da û got ku 30 jin û 1 zarok tê girtin.

 

 Di dawiya axaftina xwede jî Gulpî diyar kir ku rêjeya (230) jinên di sala 2017’an de di nava mala parastinê ango stargehê de dimînin ji ya 2016’an zêdetir bûye ku wê demê 204 bû.  



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin