Smiley face
sorani
Smiley face

Wê gelek parêzer temsîla Demîrtaş bikin

2018-01-12 15:35:39
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo danişîna doza jê tê darizandin birin Edliya Bakirkoyê ya Stenbolê.


 

 


NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji bo danişîna doza jê tê darizandin ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê anîn Edliya Bakirkoyê ya Stenbolê. Demîrtaş bi îdiaya “Heqaret li Serokomar Erdogan kiriye” tê darizandin û di çarçoveya vê dozê de li 38’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Bakirkoyê dê derkeve pêşberî dadger.

 

Li aliyê din boneya piştgiriya dozê bi sedan welatî, nûnerên saziyan û gelek parlamenterên HDP’ê jî hatin ber Edliya Bakirkoyê. Welatiyan bi dirûşmeya “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. Sekna girseyê li ber edliyê didome. 

 

Têgotin ku hejmareke zêde ya parêzeran ku bi armanca parastina Demıırtaş hatine edliyê parastinê bikin. Ji bo parastina Erdogan jıı wee pareezer Ferah Yildiz amade be.  

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin