Smiley face
sorani
Smiley face

‘Artêşa Tirk dixwaze Herêmên Parastina Medyayê parçe bike’

2018-01-12 15:09:25
Fermandara hêzên HPG û YJA Starê ya Herêma Bradost a Çiyayê Xakûrkê Xelat Şemsê îşaret bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Xakurkê got: “Bi êriş kirina ser Xakurkê re dixwazin Herêmên Parastinê yên Medyayê ji hev qut bikin.”


 

 

ROZÊ TATANÎ-MAHÎR YILMAZKAYA / XAKURKÊ

 

Fermandara hêzên HPG û YJA Starê Ya Herêma Bradost a Çiyayê Xakûrkê Xelat Şemsê di daxuyaniyeke taybet a ji bo ajansa me de behsa hewldanên dagirkiriyê ya dewleta Tirk a li ser Xakurkê û metirsiyên ji bo Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê ya Medyayê çê dike û got: “Bi êriş kirina ser Xakurkê re dixwazin Herêmên Parastina Medyayê ji hev qut bikin.”

 

‘Dixwaze şer derbasê Başûrê Kurdistanê bike’

 

Fermandara HPG-YJA Starê Xelat Şemsê:“ Bi hatina demsala zivistanê re dewleta Tirk dest bi operasyona dagirkeriyê ya ser Herêmên Parastina Medyayê kir. Dixwazin bi rêya dagirkirina çiyayê Xakûrkê re peywendiyên me bi hêzên me yên Bakurê Kurdistanê re li Bakurê Kurdistanê qut bikin. Her wiha hewl didin şer derxin derveyî sînorê Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, şer derbasê Başûrê Kurdistanê bike.

 

‘Dixwazin Herêmên Parastina Medyayê ji hev qut bikin’

 

Faşîzma Tirk xwe li ser înkarkirina Kurdistanê ava dike. Dixwazin li Herêmên Parastina Medya jî di nava coxrafyaya ku dibin kontrola gerîlayan de ye parçebûnê çê bikin û van herêman ji hev qut bikin. Ferqa operasyona dagirkeriyê ya vê carê ji yên din ewe ku  ewe ku dixwaze leşkerên xwe ji derveyî sînorê xwe bi cih bike.

 

‘Qereqol û çeperên nû çê dike’

 

Ji ber vê jî, di her pêngavekê de li Başûrê Kurdistanê dest bi çêkirina baregeh û çeperên nû dike. Bi vî karî dixwazin ber bi berfirehiya Deşta Kafya ve biçin û êrîşê çiyayê Xakûrkê bike. Lê divê vê bizanin ev wisa hêsan nîne. Heya gerîla hebin, wê van çiyayan ji kesê re nehêlin. Xakûrkê timî yek ji herêmên cihê çalakiyên gerîla bûye û bi ruhê Fermandar Reşîd, Bedran Gundikremo, Nalîn Mûş destanên berxwedana mezin ên hêjayî çanda berxwedan û serkeftina PKK’ê nîşan dane.”

 

Banga ji bo gelê Başûrê Kurdistanê!

 

Dewleta Tirk dijminê destkeft û serkeftinên gelê Kurd e. Xwedî dîrokek kûr a faşîzmê ye. Li ser bingehê înkarkirina nasnameya gelê Kurd tev digere. Ji bo wê banga me ji gelê me yê Başûrê Kurdistanê re ewe ku bi ruhê xwe yê berxwedêr xwedî li xaka xwe derkevin û dagirkerî û êrîşên wiha yên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê vala derbixin.

 

‘Bi cih kirina leşkeran li ser xaka Başûr dagirkeriye’

 

Bicihkirina baregehên leşkerî li ser vê herêmê dagirkeriye. Divê ti ferdeke Kurd hebûna wan li ser vê herêmê qebûl nekin. Ciwanên Başûrê Kurdistanê weke her car çawan digotin, ‘Leşkerên Tirk derkevin derve’ carek din bêjin dewleta Tirk ji Başûr derkeve û li hemberî faşîzmê çiyayên Kurdistanê û eniyên gerîla bikin çeperên berxwedana yekîtiya netewî.

 

Dewleta Tirk di du mehên dawiyê de bi berdewamî hewl dide hêzên leşkerî bîne nava xaka Herêma Kurdistanê û qereqolên nû çêbike. Her ku diçe baregehên xwe yên leşkerî û îstîxbaratî li Başûr zêde dike û her wiha bi rêya bikaranîna teknîkê li dijî herêmên Çiyayê Reş, Ava Hacî Beg, Kanî Reş, quntara Ebdulkofî, Deşta Heyat, Xeta Sîro herêmek tampon a leşkerî ku ji sivîlan re girtiye li Başûrê Kurdistanê çê bike û herêmê li gerîlayan teng bike.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin