Smiley face
sorani
Smiley face

Jinên Bakurê Sûriyê di konferansa Jineolojiyê de hatin bahev

2018-01-12 13:27:25
Jinên Bakurê Sûriyê di konferansa Jineolojiyê de hatin bahev û li ser zanisteke alternatîf a bi rengê jinê nîqaş dikin. Mêhvanên ji Kurdistan, herêm û derveyî welat jî beşdar bûne.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

1.Konferansa Jineolojiyê li bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê ya Bakurê Sûriyê bi beÅŸdariya 200 delegeyan destpê kir. Konferans bi dirûÅŸma ‘Jineolojî bi xwezaya jinê rastiya civakê ronî dike” lidar dikeve û wê bi giÅŸtî 2 roj berdewam bike.

 

Ne tenê jinên Kurd ji her pêkhate û netewe, baweriyê jin tevlî konferansên bûn. Jinên ji gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Çeçen, Tirkmen û ji baweriyên cuda cihê xwe di konferansê de digirin. Gelek jinên akademisyen û aktîvîst yên ji qadên cûda hatine jî beÅŸdar bûn. Her wiha ji Elmanya, Îtalya, Fransa, Îngilîstan û gelek welatên din jî jin tevlî konferansê bûne. Konferans ji aliyê jinên di nava Hêzên Xweparastinê yên Bakurê Sûriyeyê de cih digirin tê parastin.

 

Konferans li salona Çand û Hunerê ya li bajarê Dêrikê pêk tê. Salona konferansê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara, Åžîlan Kobanê, Andrea Wolf û jinên di ÅŸoreÅŸa Kurdistanê û ÅŸoreÅŸên cîhanê de jiyana xwe ji dest dane hate xemilandin. Li dika salonê jî posterên Rosa Luksembûrg, Zeynep Kinaci û yek ji zanyarên jin ên destpêkê yê dîrokê Hypatîa hatin daliqandin.

 

Li salona konferansê ku gotina jinê ya bi nêrîna Jineolojiyê derdikeve pêÅŸ, peyamên "Serdema modernîteya demokratîk, ÅŸoreÅŸ û ÅŸaristaniya jinê ye", "Jin, jiyan, azadî", "Bi Sarayan ber bi îradeya azad ve", "Azadî nebe exlaq û estetîk jî nabe", "Bi Nalînan em xweparastina xwe xurt dikin" hatin dayin.

 

Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. PiÅŸtre Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif konferansê silav kir û got: "Welatê me di nava ÅŸer de ye. Ji ber zayendîperestî, olperestî û neteweperestî her roj jin tên kuÅŸtin. Sedema bingehîn a ÅŸer ev zîhniyet e." Foza Yûsif di dewama axaftina xwe de got, "Zîhniyeta sereke ya ÅŸerê li Bakurê Sûriyeyê diqewime ev e. Zîhniyeta mêr dibe sedem ku li erdnîgariya me ÅŸer biqewime."

 

Jineolojî berhemê Rêber Apo ye

 

Foza Yûsif diyar kir ji bo ku ji ÅŸer û kaosê derkevin pêdivî bi nerîneke nû heye û ev jî nerîna jineolojiyê ya bi nerîna jinê ye û domand: "Pêdivî bi  teoriyeke nû heye ku nerîna jinê temsîl bike. Ez Rêber Apo slav dikim ku ji hemû jinan re bû hevrê, bi felsefeya jiyanê û têkoÅŸînê wêrekiya azadiyê da wan û her demê ji bo ku rêxistiniya jinê ava bibe ked daye. Tim pirs kir bê ka jiyan divê çawa were jiyîn, pirs kir bê ka divê jinek, mêrek çawa bijî. Zanista jinê jineolojî jî yek ji xebata herî xurt a teorîk e ku Rêber Apo raber kiriye."

 

‘Divê zanist azad bibe’

 

Yûsif diyar kir ku jineolojî nerîneke nû, ramaneke nû ye û got, "Çareserî û rameneke dî ji arîÅŸeyên berdest re tîne. Bi rastî jî jîneolojî tekane adrês e ku dikare çareseriyê ji arîÅŸeyan re bîne. Tekane adrêsa ku ÅŸanî me dide em ê ji kû û kengî dest pê bikin jîneolojî ye. Xebatên hevalan ên di vê biwarê de pir girîng in. Ji ber ku bi van xebatan em hîn dibin ku bi civakê re em ê çawa bidin û bistînin. Ji bo vê divê em zêdetir rê ji jîneolojiyê re vekin. Em dibêjin divê zanist were azadkirin, divê em zanistê ji xizmeta desthilatdariyê derxînin."

 

Li hêwanê gelek kes hazir bûn, ji gelên cuda her kes bi cil û bergên xwe hazir bûn û gelek caran cihê vala li hêwanê nedima.

 

Li konferansê peyama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî hate xwendin û piÅŸtre sînevizyoneke derbarê jîneolojiyê hate nîÅŸandan, ku di sînevizyonê de Ocalan dinirxîne bê ka çima jîneolojî hewce ye.

 

PiÅŸtî firavînê raporên akademiyên jîneolojiyê wê werin xwendin, sînevîzyon werin nîÅŸandan, analîza sosyolojîk a berî û piÅŸtî ÅŸoreÅŸa Rojava wê were xwendin û nîqaÅŸ werin kirin.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin