Smiley face
sorani
Smiley face

Meleyan banga yekîtiyê li partiyên Kurd kir

2018-01-12 12:54:16
Meleyên Çemçemalê daxwaza lidarxistina kongreya netewî dikin û dibêjin: “Ji bo em Kurd qirkirinên nû yên weke enfal û kîmyabaranê nejîn, divê em hev bigirin û dest bidin destê hev. Tenê bi yekgirtinê em dikarin serkeftî bin.”


 


 

AŞTÎ EHMED / ÇEMÇEMAL

 

Biryare di 27-28’ê meha Çileyê de Civîna Şêwra Netewî ya Başûrê Kurdistanê lidar bikeve. Di vê çarçoveyê de jî şandeyeke KNK’ê serdana hemû partî, rêxistin û saziyên eleqeder yên Başûrê Kurdistanê dikin û wana vedixwînin Şêwra netewî ya Başûr ku weke pêş amadekariyeke ji bo lidar xistina kongreya netewî ya Kurd. Piştgiriyeke watedar jî ji melayên navçeya Çemçemal a ser bi Parêzgeha Silêmanî hat. Meleyan pêşniyar û daxwazên xwe yên di vê mijarê de vegotin.

 

‘Eger em yekgirtî bin dikarin serbikevin’

 

 

Rêveberê Karên Olî yê navçeya Çemçemalê Mele Mijde Şiwan: Hevdîtinên KNK’ê yên li gel partî û rêxistinên çar beşên Kurdistanê dane destpêkirin girîng dibînim û destxweşiya wan dikin. Eger gelê Kurd li beramber ew pirsgirêkên ku dijîn de yek deng û yek helwest bin, wê bikarin serkeftî bin û çareserî jî peyda bikin. Ji lewma daxwazê ji hemû alî, pekehatyan dikin ku piştgiriya Kongreya Netewî bikin ji bo bikarin karên xwe bi serkeftî encam bikin.

 

‘Ji bo enfal û kîmyabarên din çênebe divê em yekîtiya xwe çêbikin’

 

 

Berdevkê Mizgefta Şêx Hisên Hemze Mihemed Sengawî: Em gelê Kurd neteweyekî misilman a hatine parçekirin û zilm lê hatiye kirinin. Me qirkirina enfal û kîmyabaranê dîtiye. Ji lewma divê em pir yek deng û yek helwest bin û destê xwe bidin destê hev. Ji ber em dikarin bi vê rêyê mafê xwe bidest bixin. Gelek caran dibin navê ol de em tên perçiqandin û zilm li me tê kirin. Eger em li Qurana pîroz temaşe bikin Xwedayê Mezin  piştî Meke û Qudsê behsa pîroziya xaka Kurdistanê û çiyayê Cûdî dike. Ji lewma ji vir daxwazê ji hemû aliyên siyasî yên Kurd dikim ku yekgirtî bin.”

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin