Smiley face
sorani
Smiley face

Otobêseke rêwiyan ya dihate Hewlêrê qeza kir: 9 mirî

2018-01-12 10:51:19
Otobêseke rêwiyan ku ji Tirkiyê dihate Hewlêrê nêzî navçeya Silopiya ya Şirnexê qeza kir. Li gorî agahiyên destpêkê 9 mirî û 28 birîndar hene.



 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeyeke lezgîn ya medya Tirk otobêseke rêwiyan a serê vê sibê, dihate Hewlêrê li derdora navçeya Silopî ya ser bi Şirnexa Bakurê Kurdistanê qeza kiriye. Li gorî agahiyên destpêkê 9 mirî û 28 birîndarin. Heya niha gelek ambûlans sewqê cihê bûyerê hatine kirin.

 

Li gorî medya Tirk piraniya kesên di otobêsê de welatiyên Iraqêne. Lê nayê zanîn welatiyên Herêma Kurdistanê jî di navê de hene yan na.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin