Smiley face
sorani
Smiley face

Parêzer Fetîh:Tirkiye bi destûra PDK’ê hatiye nava xaka Başûr

2018-01-07 10:05:24
Parêzer Erdelan Şêx Fetîh diyar kir ku dewleta Tirk bi destûr û lihevkirina bi PDK'ê re ketiye xaka Başûrê Kurdistanê û hewl dide bi partiyên hev helwest yên Tirk re zirerê bigihîne têkoşîna gelê Kurd li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê.


 


 

ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ


 

Parêzer Erdelan Şêx Fetîh li ser hewldan û kiryarên dewleta Tirk ya di mijara binpêkirina sînorên Başûrê  Kurdistanê û dagirkirina xaka Kurdistanê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi destûr û hevkariya PDK’ê hatiye û tê nava xaka Başûrê Kurdistanê. Her wiha diyar kir ku ev kiryarên dewleta Tirk binpêkirina serweriya xak û qada hewayî ya Iraqê ye jî.

 

Parêzer Erdelan Şêx Fetîh binpêkirina sînoran di warê qanûnên Iraqê de nirxand û got: "Di sala 2005'an de qanûna Iraqê kete dengdanê û ev qanûn timî hate erê kirin. Di nava vê destûrê de çend xal û bend  li ser qada hewayî û xaka Iraqê hebû. Yek ji wan xalan jî parastina ezman, av û xaka Iraqê bû. Li gorî qanûnên navneteweyî jî, xak, av û qada hewayî ya her welatekî dibin serweriya wî welatî de ye.”

 

Şêx Fetîh îşaret bi hevkariya PDK ya di vê mijarê de bi hinek welatên cîran re dike û dibêje; “PDK li gel dewleta Tirk û Îranê li hemberî Kurdan planan çêdike. Ji bo zirer û ziyanê bigihîne Kurdan dixebite. Bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî bombebarankirina sînorên Herêma Kurdistanê û hebûna baregehên leşkerên Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê bi xwe cihê guman û pirsa ne. Dijminên me bi hev re di nava nakokiyan de ne, lê dema mijar dibe Kurd, hemû dibin dijminê Kurdan. Pêwîste Kurd jî li hemberî dijmin hev bigirin û xwe rêxistin bikin."

 

Şêx Fetîh ji bo pêkanîna qanûnên Iraqê jî bang li hikûmeta federal a navendî kir ku li dijî binpêkirina sînoran ya dewleta Tirk bikeve tevgerê û helwest bigire. Şêx Fetîh axaftina xwe wiha bi dawî kir:"Divê hikûmeta Iraqê li dijî binpêkirinên sînor yên dewleta Tirk bibe xwedî helwest. Leşkerên Tirk bi destûr û lihevkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine li ser xaka Herêma Kurdistanê û di nava hikûmetê de jî, bi destûra PDK'ê  hatine. Li gel partiyên hev helwest yên Tirkiyeyê dixwaze li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê ziyanê bigihîne xebatên Kurdan."

 

Rojnameya The Washington Times di 5'ê Çile de  nûçeyek belav kir û di tê de behsa hevkariyeke nû ya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tirkiyê de dike. Nûçe jî xwe dispêre agahiyên hinek berpirsên Herêma Kurdistanê . Li gorî vê nûçeyê wê li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê herêmeke ewlekariyê ku ji welatiyên sivîl re qedexeye were ava kirin û herkesê ku bikeve wê herêmê jî bibe hedefa wan û di têde têgotin ku armanca wan a ji van herêman dijayetî kirina gerîlayên PKK’ê ye.

 

Piştî referandûma 25'ê Îlona sala 2017'an ji ber refandûmê peywendiyên di navbera PDK û dewleta Tirk lewaz bibûn, çavdêr didin diyar kirin ku ji bo PDK dîsan peywendiyên xwe yên bi Tirkyeyê re baş bike ev lihevkirin pêk aniye.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin