Smiley face
sorani
Smiley face

Hevserokê KNK’ê: Emê di 2018’ê de kongreya netewî lidar bixin

2018-01-02 11:10:18
Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd bal kişand ku li Başûrê Kurdistanê aloziyek mezin heye, lewre ew dixwazin di komcivîna KNK'ê ya Başûr ku wê 27-28'ê Çileyê pêk were de, hemu aliyên siyasî, rewşenbîr, kesayetên serbixwe bînin cem hev û çareseriyekê peyda bikin. 


 

 

 

STUKHOULM/ ROJNEWS


 

Hevserokê Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) Rêbiwar Reşîd derbarê xebat û çalakiyên KNK'ê yên 2017’an, hewldanên wan ên ji bo yekîtiya kurdan û pêkanîna kongreya netewî, her wiha bernameya wan a ji bo sala 2018’an de pirsên ajansa me bersivandin.

 

* Sala 2017'an ji bo we çawa derbas bû, hun dikarin hinek behsa kar û xebata KNK'ê ya sala 2017’an bikin?

 

Sala 2017’an baş bû û karek baş hat meşandin. Belê belê pêwîst e rexnedayîna ku me nekarî karên hîn baştir bikin jî bidin. Weke Kongreya Netewî ya Kurdisanê (KNK) me dikarîbû encamên hîn baştir bidest bixin. Her wiha asta karên xwe jî bilindtir bikin. Di rastiyê de ji ber ku hemû karên me xwebexşî (dildarî) ne, her wiha ji ber nebûna derfetan gelek caran pirsigrêk derdikevin. Ji bo wê pêwîste di 2018’an de rexnedayînek bidin û hîn baştir kar pêş bixin. Weke tê zanîn armanca KNK’ê ew e ku gelê Kurd bi hemû pêkhate û mezehban ve li her cihekî bibin xwedî yek helwest û yekgirtî bin. Ji bo hatina gel hev a partiyan jî kar hate kirin. beşdariya jinan jî gelekî girîng bû, lê divê êdî lêdan û dûrxistin nebe astengî li pêşiya jinan a ji bo tevlîbûna siyaset, kar û xebatê.

 

* Hûn di karên xwe de zêdetir giringî didin kîjan mijaran?

 

Hilbijartina şêweyê çalakiyan karekî girîng e. Ji civaka Kurd re xizmet nehatiye kirin, derfetên ku hene jî ne xistine xizmeta gelê me. Xebata rizgarîxwazî ya gelê Kurd, heya vê qonaxê jî ne têrker bû. Her çendî di aliyê leşkerî û perwerdeyê de pêşketinên baş hebin jî, lê belê negihiştiye astekî ku bikarin bi hezaran kesan perwerde bikin. Li aliyê din gelek pirsgirêk hene. Mînak; desthilata Başûrê Kurdistanê dikarîbû, di van çend salên dawiyê yên raperînê de civakek pêşketî di aliyê civakbûn, siyasî û leşkerî de ava bike. Lê mixabin rewşa Başûrê Kurdistanê ne ku tenê baş nîne, heya ber bi paşdaçûyînê ve diçe. Ji bo wê divê bizanin çi kar û çalakiyek pêwîste ji bo tevahî Kurdan e. Dema ku konferansek ji bo Kurdên Êzidî yan jî Yarsanî pêwîst bike, di demek herî kurt de divê ev kar bê pêkanîn. Di komkujiya li ser Kurdên Êzidî ya Tebaxa 2014’an ku ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve pêk hat de, pêwîst bû ku pir giringî bihata dayîn. Ji ber ku ketibûne nav komkujiyek mezin. Di heman demê de Kurdên Feylî di vê çarçoveyê de xwe dibînin. Siyaseta li ser wan hatiye ferzkirin, an jî tê meşandin her ku diçe mezintir dibe. Li aliyê din me hewl daye ku di navbera gel û partiyan de baweriyek çêbikin. Her wiha nêzikbûna pêkhateyan karek pir girîng e. Ji ber ku dewletên dagirker salên dirêj li Kurdistan û herêmê karek wisa kiriye ku timî şerekî mezhebî berdewam bike.

 

‘Me li Başûrê Kurdistanê çend komcivîn şêwirînê lidar xistin’

 

Me li hemberî planên dewletên dagirker, hewl da ku di 2017’an de çend rêze semîneran lidar bixin ku di aliyê perwerdeyê de baş bûn. Me hinek konferans lidar xistin. Weke mînak; konferansa Hewreman ku danasîna dîrok, çand û zimanê Hewreman bû. Hêvî dikin ku di dema pêş de konferansa mezintir lidar bixin. Em ji gelê Hewreman jî daxwaz dikin bi xwe jî kar û çalakiyan bikin. Her wiha konferansa Feyliyan li Parlamentoya Yekîtiya Ewropa, hewl daye li Ewropa wan kom bikin. Piştre me li ser Êzidî û çanda Kurd bi giştî konferans pêk anî. Li ser Bakûrê Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn konferans hatin lidarxistin û li ser pêşxistina çareseriya demokratîk hat rawestîn. Me di Tîrmeha 2017’an de çend konferansên şêwirînê li Başûrê Kurdistanê lidar xistin û xwedî giringiyek mezin bûn. Her wiha ji bo Bakûr, Rojhilat, Rojava û Ewropa heman konferans me lidar xistin. Di çarçoveya xebata dîplomasiyê de çend caran me serdana Ewropa, DYA û Japonya kiriye. Hewldana komkirina Kurdan kiriye. Weke karek herî girîng ji bo kongreya netewî, xebata ji bo dengê Kurdan gihandina cîhana derve ye.

 

 Xalek din jî ku dixwazim balê bikişînim ser ew e jinên di nava KNK’ê de çend konferans lidar xistin. Zêdetir hewl didin ku jinên Kurd ji derveyî xetek îdeolojîk û hizrî li pêş hemû tiştî bi hev re bin. Di nava formekî demokrasiyê de pirsgirêkên jinan pêş bixin. Ji ber ku li Kurdistanê jin û zarok ketine nava jiyanek pir zehmet  û me nekarî perwerdeyek niştîmanî li gelemperiya Kurdistanê pêş bixin ku di berjewendiyê jinan de be. Di warê tevlîbûna jinan de pêşketinên girîng hene. Di xebata gerîla de xwedî  rolin. Her wiha di aliyê siyasî û civakî de bi heman şêwey3i. Bi taybetî dinava partiya HDP’ê de xwedî rolekî berçav in.

 

* Gelo xebatên ku we di sala 2017'an de temam nekirine çine, bernameya we ya sala 2018'an çiye?

 

Me ji bo sala 2018’an lîsteyek ji planên cûr bi cûr amade kiriye. Ev jî pêkaanîna çend konferansên şêwirînê, li Yekîtiya Ewropa û Kurdistanê lidar xistina semîneran. Mixabin li Kurdistanê rewşa siyasî ber bi xerabûnê ve tê guhertin, dibe neçar bibin hinek  guhertin di van planan de bikin. Lê belê plan bi giştî ew in ku em amadekariyên ji bo konferansa şêwira taybet a Başûrê Kurdistanê bikin. Di 27 û 28’ê Çileya 2018’an de em ê lidar bixin. Di rastiyê de demek dirêj e ji bo vê konferansê biryar heye. Hewldanên ji bo yekîtiya netewî ya Kurdistanê ne. Lê belê bûyerên piştî referandûma Başûrê Kurdistanê û bûyerên piştî wê bûne sedem ku beşek zêde ya xaka Kurdistanê ji dest biçe. Ew aloziyên di nava aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de bûye sedem ku encama konferansên me yên pêştir baş nebe. Mixabin em neçarin ku di konferansên xwe yên dema pêş de li ser nêzik kirina partî, alî û rêxistinan bisekinin. Ji ber ku niha pir ji hev dûrin û ne amadene li gel hev rûnin. Hêvîdarin ku hemû alî, hizib û rêxistin tevlî bibin. Bernameya me heye ku kesayetên siyasî serbixwe, rewşenbîr û sendîvan û rêxistinan vexwînin ku bikarin hevsengiyek baştir a siyasî û niştîmanî li ser asta Başûrê Kurdistanê pêk bê. Ji ber ku em pir girîng dibînin ji bo Başûrê Kurdistanê çareseriyek peyda bikin. Her çend astengî jî dikevin pêşiya me, lê belê hêvî dikin di dema xwe de konferansa xwe lidar bixin.

 

 

Kongreya Netewî ya Kurdistanê salane bernameya xwe amade dike û hemû planên giştî ne, ne taybet in. Her carê dema konseya rêveber kom dibe van planan di ber çavan re derbas dike, ji bo bizane ka di çi astê pêşde çûne. Yan jî kêmanî çine û wê çewan bên pêşxistin. Ji ber rewşa siyasî ya Kurdistan û herêmê pir guhertin têde çêdibin, di civîna konseya rêveber de ji bo hemû planan nirxandin û cardin berçav re derbaskirin tê kirin.

 

‘Ji ber rewşa Başûrê Kurdistanê dema wê ne diyare’

 

* Hunê kengê konferansa giştî ya yekîtiya netewî lidar bixin?

 

Ji ber rewşa Başûrê Kurdistanê dema wê ne diyar e. Dibe bi hezaran kes tevlî bibin. Ji ber ku bi hemû  Kurd dixwazin tevlî bibin. Her wiha bi hêviya lidarxistina kongreya Kurdistanê ku armanca wê bihêzkirina yekîtiya netewî ye. Di vê demê de fikra yekîtiya netewî li nav her çar parçeyên Kurdistanê de çêbûye. Lê belê em ji vê astê ne razî ne. Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê li gel her cûdahiyek îdeolojîk an jî mezheba cûda, nasnameya cûda pêwîste yek dil û yek deng bin. Tişta herî girîng ew e ku bi nasnameyekî giştî ya Kurdistanê, bêyî ku nasnameya hevdû winda bikin bên gel hev. Her wiha li ser Kurdistana demokratîk israr bikin ku pêkhateyên xwedî otonomiya siyasî, aborî û rêveberiyê bin. Weke kantonek serbixwe yan jî weke konfederala serbixwe bikarin kar bikin. Ji ber ku ev şêwaz yekane rêy e ku bikarin li gelemperiya Kurdistanê bihevre bijîn. Em di hevdîtinên xwe yên li gel hizban de, ji wan re dibêjin divê em hevdû bibînin. Nikarin ji hevdû dûr bin. Ev dûrahî bûye sedema ku dijmin bi hêsanî li dijî gelê Kurdistanê serkeftin bidest bixe.

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin