Smiley face
sorani
Smiley face

DYA: Em xwepêşandanên li Îranê ji nêz ve dişopînin

2017-12-30 09:58:18
DYA'yê diyar kir ku ew xwepêşandanên li Îranê ji nêz ve dişopînin û girtina xwepêşandêran şermezar dikin.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN 

 

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA'yê Heather Naûert li ser çalakiyên protestoyî yên li Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

Naûert diyar kir ku ew nûçeyên li ser xwepêşandanên aştiyane yên li herêmên cuda yên Îranê dişopînin û got, "Lîderên Îranê, welatekî xwedî dîrokeke dewlemend û çandeke xurt veguherandin welatekî aboriya xwe têk çûye, şîdet, xwîn û kaosê. Mîna ku Serok Trûmp jî dibêje, herî zêde gelê Îranê ji lîderên Îranê zerarê dibîne. DYA bi rengekî tund girtina xwepêşandêrên aştiyane şermezar dike. Em bang li hemû welatan dikin ku piştigriyê bidin gelê Îranê û mafên wan ên bingehîn û hewldanên wan ên ji bo pêşîgirtina li gendeliyê."

 

Xwepeşandanên protestoyî yên li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê pêr dest pê kirin duh jî dewam kirin. Li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanên duh de bi hezaran kes amade bûn. Xwepêşandêr rejîma Îranê şermezar dikin.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin