Smiley face
sorani
Smiley face

Hevserokê Tevgera Azadî rewşa dawî nirxand

2017-12-21 09:51:55
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah diyar kir ku bi fermîbûna tevgerê re wê karê wan hêsantir bibe û karibin rola xwe ya siyasî baştir bilîzin, projeyên xwe yên çareseriyê pêk bînin. Mehemed Ebdullah têkildarî xwepêşandanên gel jî got "Daxwazên gel rewa û mafdar in. Divê hikûmet îstîfa bike."


 


 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Mihemed Ebdullah derbarê fermîbûna tevgerê li ser asta Iraqê, xebat û projeyên wan ên pêşerojê û xwepêşandanên gel ên li Başûrê Kurdistanê de, pirsên me bersivandin.

 

* Çend roj beriya niha ji aliyê Iraqê ve Tevgera Azadî fermî hat naskirin. Hun vê fermiyetê çawa dinirxînin û dema pêş wê şêwazê karkirina we çawa be?

 

Pêş çend rojan Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Tevgera Azadî weke rêxistinek fermî li Iraqê nas kir. Mixabin 3 salin li Herêma Kurdistanê me daxwaza fermîbûnê kiriye, belê daxwaza me li asayişa Silêmanî maye û bersiv nedane. Ji walî re gotine tu eleqeya xwe bi vî karî neyne. Em fermîbûn nadin wan. Belê niha Iraqê em bi fermî nas kirin û bûne partiyek fermî li Iraqê. Tevgera Azadî di bingeh de tevgerek siyasî û civakî bû. Li ser bingehê civakbûnê kar dikir. Em pir girêdayî fermîbûnê nînin, lê fermîbûn jî giringe. Fermîbûn destê me zêdetir sivik dike. Em dikarin ji vir şûn de li hemû parêzgehên Iraqê navenda xwe vekin. Kar û çalakiyên xwe bikin.

 

* Armanca we heye ku li Hewlêr û Dihok baregeha xwe vekin?

 

Belê ew armanca me heye. Emê demek nêzik de di nav xwe de biryar bidin ka li kûderê pêwîste em baregeha xwe vekin. Ew jî di çarçoveya pîvanên Komisyona Bilinda Hilbijartinan a Iraqê de.

 

 

* Li gor we ger hun baregeha xwe li Hewlêr û Dihok vekin, wê bê parastin? Ji ber ku di dema buhrî û niha de li ser alîgirên we yên li van herêman zext heye.

 

Di rastî de li gel me baregeh pir giring nîne. Ew bê ku baregehên me hebin jî zextê li ser me dikin. Desthilata PDK’ê êrîşê ser endamên me dike û zextê li wan dike. Di dema buhrî de li Zaxo û Şêladizê li ser endamên me zext meşandin. Her wiha Takur Zerdeştî bi hinceta li gel me dostayetî kiriye pêş çend rojan binçav kiribûn. Belê em xwe bi vekirina baregehan re sînordar nakin, her cihek bixwazin û pêwîst bike emê kar û çalakî bimeşînin.

 

* Ji bo çareseriya ew qeyranên siyasî û aborî yên li Herêma Kurdistanê hene, projeya Tevgera Azadî çi ye?

 

Di rastiyê de heya niha bi navê ne fermîbûnê em ji dervey tevlîbûna siyasetê hatine hiştin. Belê ji vir şûnde nikarin wiha nêzî me bibin. Ji ber ku hem di asta girseyî û hem di asta Iraqê de fermîbûna me heye. Ji bo wê jî projeya me ji hemû mijaran heye, li gel hilbijartinan jî. Em dixwazin tevlî hemû hilbijartinan bibin.

 

* We qala hilbijartinan kir, li gor we hunê di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û parlamentoya Herêma Kurdistanê de çend kursiyan bidest bixin?

 

Di rastiyê de nabe ku texmîna wê bê kirin ka wê di hilbijartinan de çend kursiyan bidest bixin. Belê li gor ku em tevgerekî fikrî û siyasî ne, her wiha li Rojhilata Navîn jî pêwîstî bi tevgerek wiha heye, li gor wê ger ku bê texmînkirin ku hilbijartinek pak û bê hîle bê kirin, emê hejmarek baş a kursiyan bidest bixin.

 

* Niha li Herêma Kurdistanê xwepêşandan û nerazîbûnên berfireh hene. Xwepêşander daxwaza rûxîn û îstifaya hikûmet û vê desthilatê dikin. Di vê rewşê de helwesta Tevgera Azadî çi ye?

 

Ji bo bersivdana vê pirsê, divê qala desthilata 26 salan a Herêma Kurdistanê bikin. Piştre qala bilindbûna daxwazên welatiyan bikin. Piştre qala helwesta Tevgera Azadî bikin. Vê desthilatê di pêvajoya 26 salên buhrî de, di rêveberî û parastina welatiyan de binketiye, şikest xwariye. Di vê qonaxê de jî, di asta navxweyî û navnetewî de binketiye. Siyaseta birçîkirin û kolekirina welatiyan yek ji sîmayên vê desthilatê ye. Li hemberî vê jî gelek şiyar, bi wêrek û têkoşer me heye. Ewa ku heya niha ji vê desthilatê hatiye qebûlkirin, çend sedemên wê hebûn. Nexa di serdema rejîmên pêştir de tenê yek kêliyê jî meydanên xebatê vala nekirine. Belê ji ber ku ev desthilate bi ked û têkoşîna şehîdan dibînin, bênfireh nêz dibin. Li gel ew hemû sûcên li hemberî gel kirine, gel çavên xwe lê girtine. Belê niha gel dixwaze wan ceza bike. Ji ber wê gel dest bi xwepêşandan û Raperîn kiriye ku cezayê wan bidetê. Ev jî mafê gel e. Ev desthilate ti tiştek nade. Ji ber wê gel neçare bi zorê bistîne. Weke tê dîtin ev çend rojin xwepêşandan û Raperîn destpê kiriye. Xwepêşandan piştî ku gel çend caran desthilat agahdar kiriye şûnde destpê kiriye. Daxwaz kirin ku hikûmet hilweşe û jiyana gel bê başkirin. Belê pêk ne anîn.

 

 

Mixabin vê desthilatê piştî ew hemû şikestinên bi ser vî gelî de anîn, li cihê li pey çareseriyê bigere li nav gelê xwe de, ji derve li pey çareseriyê digerin. Rojek li deriyê Tirkiye didin, rojek li deriyê Fransa didin. Ev jî di demek ku çareserî di nava gelê wê bi xwe de ye. Pêwîst bû piştî ew şikestinên anîn serê gel, desthilat vala kiriban. Aramiya civakê pêk anîbane.

 

* Niha Tevgera Azadî li gel daxwazên xwepêşanderane ku daxwaza hilweşîna hikûmetê dikin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

 

Li gel Tevgera Azadî, xwepêşandan rewa û mafdarin. Em piştgirî didinê. Li gor me hikûmeta niha ti rewabûnek jê re nemaye. Ji bo wê jî divê bê guhertin. Ger ew neguhertin, gel wê bi serhildan biguherin.

 

* Wê demê dikarin bêjin hun li gel daxwazên gelin û tevlî xwepêşandanan dibin?

 

Belê em li gel daxwazên gelin. Belê pir hesas nêzî mijarê jî dibin. Ya baş ewe ku êrîşê nekene ser dezgahên xizmetgûzariyê. Divê zextê li ser wan dezgehan bikin ku desthilat zeft kiriye. Wan bi rûxînin. Êrîşê ser bikin û hilweşînin. Em vê rewa dibînin.

 

 

Em dixwazin tevlî xwepêşandanan bibin. Belê pir ne zelale. Dema pêş wê projeya me hebe. Duh jî me bangewaziyek belav kir ku  lijneyek bê çêkirin û serbixweyiya xwepêşanderan biparêze. Ji bo destê partî û welatên derve  ji xwepêşandanan dûr bixin. Ew aliyê dixwaze bê nav xwepêşander û encûmena xwepêşanderan, divê desthilata xwe dest jê berde. Her wiha me bang li hêzên ewlehiyê kir ku nebine amêrên destê ew desthilata ku dixwaze mûçeyê wan binavê sîstema paşxistinê kêm bike. Piştî 16’ê Cotmehê desthilata Başûrê Kurdistanê dixwaze xwe teslîmê dagirkerên Kurdistanê bike. Ji bo wê jî divê hêzên ewlehiyê nekevine xizmeta daxwazên vê desthilatê.

 

* Ger desthilat guhdarî daxwazên gel neke, wê çi rû bide?

 

Desthilat naxwaze guhdarî gel bike. Dixwaze xwe asê bike. Weke çewan guleyan li xwepêşanderan direşîne. Tundûtûjî dike. Di dema pêş de jî li cihê çareseriyê bi guleyan bersiva daxwazên gel daye. Ti çareyek nîne. Yekane çare ewe ku divê ev desthilate biçe ye.

 

* Wê demê encam çi ye?

 

Gel bi hêrs û birçî ye. Ti tiştek nîne ku winda bike. Tenê ev jiyana birçî û koletî ye. Li gor nêrîna min wê hêrsa gel ne raweste heya ku ev desthilate diçe.

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin