Smiley face
sorani
Smiley face

Bereya Gel destek da xwepêşandanan

2017-12-19 13:04:51
Bereya Demokratîk a Gel (Bereya Gel) piştgiriya xwepêşandanên ji bo çareseriya pirgsirêkên li Başûr tên lidarxistin kir û destnîşan kir ku ew jî xwe wekî beşek têkoşîna ji bo daxwazên gel dibînin.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS 

 

 

Bereya Gel têkildarî xwepêşandanên ku li Başûrê Kurdistanê li dijî polîtîkayên hikûmetê tên lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniyê de piştgiriya ji bo xwepêşandanan hat vegotin û wiha hat gotin: "Ev xwêpeşandan encama daxwazên rewa yên gel in. Desthilatdariyê guh nedaye daxwazên gel û vê jî rê li ber çalakiyan vekiriye."

 

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca xwepêşandanan avakirina jiyanek azad û aram e û wiha hat domandin: 

 

"Em weke Bereya Gel piştgiriya van daxwazên gel dikin û diyar kirin ku em di nava têkoşînê de ne ku ev daxwazên gel bên pêkanîn. Em jî xwe wekî beşek ji vê têkoşînê dibînin."

 

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li desthilatdariya Herêma Kurdistanê hat kirin: "Em bang li desthilatdariya Herêma Kurdistanê dikin ku bi şîdetê bersiv nedin xwepêşandanan û rêya çareseriyê peyda bikin. Yên şîdetê bikar tînin desthilatdar in, ne gel e. Bûyerên ku derdikevin jî di encama şîdeta desthilatdaran de çêdibin."

 

(rn)

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin