Smiley face
sorani
Smiley face

Hezkirina ji hunerê re astengiyan nahêle

2017-12-19 10:25:58
Hunermendên jin ên Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku di warê çalakiyên hunerî de xwe bi hikûmeta Îranê girê nadin û gotin; "Li hinek cihan rola jinan a hunerî ji ya mêran zêdetir e."


 

 

HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

 

Jinên şanoger û sînemakar ên Rojhilatê Kurdistanê ji ajansa me re behsa, pirsgirêk, rewşa hunerê,  jin û hunerê ya li Rojhilatê Kurdistanê kirin.

 

Nacî Silêman a li Rojhilatê Kurdistanê karê derhêneriya  filmên sînemayî dike wiha got; "Eger em behsa rewşa huner û rewşenbîriya li Rojhilatê Kurdistanê bikin û bînîn beramberî Başûrê Kurdistanê, dikarim bêjim ku li Rojhilatê Kurdistanê  huner pêşketîtir e. Ji ber ku li wir ji bo hunermendan derfetên zêdetir hene, derfet hene derhênerên sînemayan bi hev re pêwendiyan deynin, li cihên taybet bicivin û nêrînên hev bigirin."

 

 

Nacî Silêman axaftina xwe wiha domand; "Cihê kêfxweşiyê ye ku hunermendên Rojhilatê Kurdistanê timî amade ne hevkariya hev bikin, ji bo encamdana karên hunerî. Vê yekê wisa kir ku eger hikûmet û aliyên pêwendîdar alîkariya hunermendan nekin, zêde bandorê li ser hunermendan nake. Her wiha hemû beşên cuda yên hunerî xwe taybetiyên xwe ne. Lê, bi şêwazekî giştî zêdetir girîngiyê didin hunera sînemayî. Bi vê rê zêdetir dikarin bala qada navneteweyî bikşînin ser xwe."

 

Derhêner Nacî Silêman bal kişand rola jinan a di hunerê de û wiha pêde çû; "Li gorî salên bihurî jin di warê hunerî de zêdetir bûne xwedî rol, ji ber ku jinan bi xwe gavek mezin avêtine. Karîbûn astengiyên civakî bişkênin. Her wiha di hinek  karên hunerî de, rola jinan ji ya mêran zêdetir e."

 

Şanoger Dunya Guvtarî ku li Rojhilatê Kurdistanê karê aktoriyê dike wiha behsa rewşa hunerê li Rojhilatê Kurdistanê kir; "Li Rojhilatê Kurdistanê welatî tevlî beşên cuda yên hunerê dibin.  Mînak weke bajarekî Sine, kêm malbat hene ku yek ji endamên malbatê bi hunerê re mijûl nebin. Di warên cuda de karên hunerî dikin. Vê yekê wisa kiriye ku li Rojhilatê Kurdistanê di warên cuda de huner balê bikişîne."

 

 

Dunya Guvtarî got; "Weke hunermend çend pirsgirêk û astengiyên me jî hene. Bi taybet hikûmet û saziyên pêwendîdar di aliyê madî de alîkariyê nadin me. Lê êdî em vê yekê nahizirin ku wê di her karê hunerî de hikûmet alîkariya me bike. Em li şîrketekê yan jî sermayedarekî digerin ji bo bên sponsoriya karê me bikin. Her wiha hezkirina me ya hunerî wiha kiriye ku em astengiya derbas bikin."

 

Dunya Guvtarî axaftina xwe wiha dawî kir; "Li gel ku beşdarbûna jinan a di karê hunerî de cihê kêfxweşiyê ye, lê hê bandorek zêde ya kevneşopiya civakê maye, hinek jin xwedî hunereke taybet in û nikarin bên pêş. Lê sal bi sal ev bandor kêm dibe."

 

(ab/rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin