Smiley face
sorani
Smiley face

Welatiyên Çemçemal xwepêşandan kirin

2017-12-11 21:46:33
Welatiyên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ji ber nebûna xizmetgûzariyê xwepêşandan kirin, rêya serekî ya Çemçemal û Silêmanî nêzî saetekê girtin.


 

 

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL


Saet 20:00’ê welatiyên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ji ber nebûna av, ceyran û xizmetgûzariyê li nêzî Bîrdariya Enfalê ya Çemçemal xwepêşandan lidar xistin. Nêzî saetekê rêya navbera Çemçemal û Silêmaniyê ji çûn û hatinê re girtin.

 

Yek ji xwepêşandêran ê bi navê Zamo Ehmed der barê xwepêşandanê de ku ji ajansa me re axivî, got; “Ji ber xizmetgûzariya kêm, nebûna ceyranê weke pêwîst, her wiha her 12 rojan carekê dayîna ava vexwarinê ji bo bajarokê Şoreş, me qasî saetekê rêya serekî ya Çemçemal û Silêmanî li çûn û hatinê girt.”

 

Zamo Ehmed wiha dewam kir; “Li navçeya Çemçemal navendek mezin a hilberîna ceyranê heye. Li gor wê divê ceyrana Çemçemal jî bê baştirkirin.”

 

Zamo Ehmed di dawî de got; “Me niha dawî li xwepêşandanê aniye. Belê ger aliyên peywendîdar guhdarî daxwazên me nekin, wê xwepêşandan û çalakiyên me bidomin.”

 

 

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin