Smiley face
sorani
Smiley face

Eshed Şawirî hate berdan

2017-12-11 21:34:08
Çalakvanê civaka sivîl Eshed Şawirî piştî 9 rojan di bin çavan de ma, li herêma Rapîn a Silêmaniyê hate berdan.


 

 

BERHEM LETÎF/ SILÊMANÎ


Îro saetên êvarê çalakvanê civaka sivîl Eshed Şawirî ku 9 roj bû ji aliyê asayişa Silêmaniyê ve hatibû binçavkirin, hate berdan.

 

Li ser mijarê birayê Eshed Şawirî, Osman Şawirî ku ji ajansa me re axivî, got; “Îro saet 19:00’ê Eshed Şawirî li bajarê Silêmanî hate berdan û niha jî li bajarê Silêmanî ye. Heya  niha der barê berdana wî de ti agahiyên me nînin. Em li mala xizmên xwe ya li bajarê Silêmanî ne. Biryare sibe vegerîn Ranya.”

 

Hêjay gotinê ye ku 2’ê Kanûnê çalakvanê civaka sivîl Eshed Şawerî li sînorê herêma Raperîn a girêdayî bajarê Silêmanî hatibû binçavkirin.

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin