Smiley face
sorani
Smiley face

Aliyên Xurmatû li gel parlamenterên Kurd civiyan

2017-12-11 18:19:57
Aliyên siyasî yên Xurmatû li gel parlamenterên Kurd li Parlamentoya Iraqê civiyan, daxwaz kirin ku li Xurmatû hêza hevbeş bê bicihkirin û rewşa navçeyê bê başkirin.


 

 

DANA OMER/SILÊMANÎ


Îro piÅŸtî nîvro aliyên siyasî yên navçeya Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahaddîn, bi pêÅŸengiya Qeymeqamê Xurmatû Åželal Ebdul serdana Ofî Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê kir. Parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Iraqê ÅŸanda Xurmatû pêÅŸwazî kirin û guhdarî daxwazên wan ên li ser rewÅŸa Xurmatû kir.

 

PiÅŸtî civînê Qeymeqamê Xurmatû Åželal Ebdul di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got; “Armanca serdana me, gihandina çend daxwazên me ji bo parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Iraqê bû. Her wiha guftûgokirina li ser rewÅŸa Xurmatû bû.”

 

 

Åželal Ebdul got; “Daxwazên me ji bo aramîkirina rewÅŸa Xurmatû bûn. Ew jî anîna hêzek hevbeÅŸ ji bo parastina aramiya Xurmatû ye. Her wiha nûnerên Kurd têde bin, ji bo cardin Kurd bikarin vegerine cihê xwe. Her wiha me daxwaz kir ku lijneyek bê çêkirin ji bo tezmînat dayîna kesên malên wan hatine teqandin, yan jî ÅŸewitandin. Tezmînata kesên zerer dîtine bê dayîn.”

 

Di dawiyê de jî Åželal Ebdul axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Ji ber hatina sermayê û demsala Zivistanê jiyana penaberan di metirsiyê de ye. Em ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendîn daxwaz dikin di hewara penaberan biçin.”

 

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin