Smiley face
sorani
Smiley face

Rêxistina Wadî ji bo jinên Kelar çalakiya hunerî lidar xist

2017-12-11 17:50:23
Di roja dawî ya çalakiyên 16 rojên pêngava dijî tundûtûjiya li ser jinan Rêxistina Wadî ya Elmanî li gundê Seyîd Xelîl ê girêdayî navçeya Kelar a Germiyan çalakiyek hunerî lidar xist.


 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN


Rêxistina Wadî ya Elmanî îro di çarçoveya çalakî û xebata xwe ya pêngava 16 rojên dijî tundûtûjiya li ser jinan, ji bo jinên gundê Seyîd Xelîl ê girêdayî navçeya Kelarê ya Germiyan çalakiyek hunerî lidar xist.

 

Endama Rêxistina Wadî ya Elmanî li Germiyan Jîno Xelîl ku ji ajansa me re li ser xebatên rêxistina xwe axivî, got; “Di roja dawî ya pêngava 16 rojan a dijî tundûtûjiya li ser jinan, me ji bo jinên gundê Seyîd Xelîl çend çalakiyek lidar xistin.”

 

Jîno Xelîl wiha jî got; “Çalakiya me ji semînerek li ser zewaxa zû, zewicandina keçan di temenê 9 salî de bû. Semîner ji aliyê endama rêxistina me Leyla Ehmed ve hate dayîn. Di semînerê de li ser dîroka 25’ê Mijdarê û wateya wê ji bo jinan hate axiftin. Di semînerê de li ser zererên zewaca temenê biçûk de bi taybetî zewicandina keçên 9 salî axaftin hate kirin. Semîner ji bo jinên gundê Seyîd Xelîl pêk hat.”

 

 

Jîno Xelîl wiha dewam kir; “Her wiha Keçên Yaranî Mêxek jî alîkariya me kir ku me ji bo jinên gund çalakiyek hunerî lidar xist. Ev jî pêşkêşkirina karên hunerê destan bû.”

 

Di dawiyê de jî Jîno Xelîl li ser sedemê li gundê Seyîd Xelîl ev çalakî lidar xistin jî wiha got; “Ji ber ku jinên vî gundî ji hemû cûrê semîner û çalakiyan dûrin. Bi teybatî yên li bajaran tên lidar xistin, nikarin tevlî bibin. Ji bo wê me baş dît ku em çalakiyên xwe bibin gundan.”

 

 

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin