Smiley face
sorani
Smiley face

Pasdarên Îranê çûne nav Qeladizê

2017-12-11 17:19:06
Hejmarek ji padarên Îranê hatine nav qezaya Qeladizê  û li nav bazara Qeladizê geriyan.


 

 

QELADIZ/ ROJNEWS


Îro saetên piştî nîvro 2 wesayitên Supay Padaranî Îranê hatine nav qezaya Qeladizê ya girêdayî herêma Raperîn a Silêmaniyê û li nava bazarê geriyan. Ev jî bû cihê şik û fikarê li gel welatiyên Qeladizê.

 

Her wiha hêzên pasdaran ne dihiştin kesek wêne yan dîmenê wan jî bigire û li her kesek dîtibe dîmenê wan girtibe li gel hêzên Iraqê yên sînor ew şikayet kirine. Telefonên wan jê hatine girtin, wêne û dîmenên wan hatin reşkirin.

 

Her çendî ajansa me xwest li ser bûyerê ji rayedarên Qezaya Qeladizê agahî bigire jî, lê bersiv nedan.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin