Smiley face
sorani
Smiley face

Kameran Gulpî: Hilbijartinên Rojava pir demokratîk pêk hatin

2017-12-11 16:27:34
Çalakvan Kameran Gulpî diyar kir ku hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê pir baş û demokratîk pêk hatin û got; “Kermendên ser sindoqan û çavdêr zêdetir jin bûn.”


 

 

ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ


Îro li Dezgeha Cemal Îrfan li bajarê Silêmaniyê ji aliyê Akademiya Siyasî û Hizra Demokratîk ve ji bo çalakvan Kameran Gulpî li ser çûna wî ya Rojavayê Kurdistanê û çavdêriyên wî yên li ser hilbijartinên Rojava, semînerek lidar xist.

 

Di 1’ê Kanûnê de de hilbijartina meclisa kanton, şaredarî û bajaran a Efrîn, Şehba, Girê Spî, Kobanê, Qamişlo, Hesekê, Şar û bajarokên girêdayî kantonan hate lidarxistin. Kameran Gulpî ku weke çavdêrê şopandina hilbijartinan çûbû Rojavayê Kurdistanê, di semînerê de nêrîna xwe ya li ser van hilbijartinan anî ziman.

 

Kameran Gulpî diyar kir ku li Bakûrê Sûriyeyê ji pêkhateya herî biçûk hilbijartinan destpê kir, piştre ji bo şaredarî, kantonan, beşên din û her çar salan carekê hilbijartina meclisa gel wê were kirin.

 

Kameran Gulpî got; “Ji sedê 50 kota jinan bû. Di aliyê namzet de jinan karî rêjeyek baş bi dest bixin. Her kesekî temenê wî 18 sal derbas kirî dikare namzetiya xwe dane, ev jî tiştek nû bû. Her wiha nabe namzet leşker an çekdar bikin. 14 roj ji bo bangewaziyê hatibûn diyarkirin.”

 

 

Kameran Gulpî diyar kir ku karmendên ser sindoq, çavdêrên ser sindoqan zêdetir jin bûn, ji sedê 90 jî rêjeya xwendekran, xwendekarên keçin û wiha dewam kir; “Li Rojava hilbijartin pir baş û demokratîk meşiya. Di roja dengdanê de ti bangewaziya ji bo hilbijartinê nebû. Rojava di aliyê hizir û pratîkî de Ocalan Rêberê xwe dibînin. Her wiha dinava şehîdan de şehîdên Xiristiyan jî hebûn.”

 

Kameran Gulpî di dawiya axaftina xwe de got; “Li Rojava ji bo malbatên şehîdan rêzgirtin heye. Pêwîstiyên xwendekarên malbatanên şehîdan, tenduristî, cil û berg û erzaqê mehane yê ji bo malbatên şehîdan mehane ji aliyê hikûmetê ve tê dayîn. Li Rojava qonaxa axaftinê derbas bûye, qonaxa pratîkî destpê kiriye. Hemû xema wan ewe ka çewan xebat bikin.”

 

Di dawiya semînerê de pirsên beşdarvanan û bersivdana wan bi dawî bû.

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin