Smiley face
sorani
Smiley face

Sendîka û rêxistinên li Hewlêr bersiva Ebadî dan

2017-12-11 16:02:37
Li avahiya Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê 40 sendîka û rêxistinên Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dan.


 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR


Ji berî niha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxuyaniyek dabû û diyarkirî bû ku li Iraqê şerê bi çeteyên DAIŞ'ê re bi dawî bûye, lewra spasiya hêzên Iraqê kir, lê navên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê derbas nekir û spas nekir. Ev daxuniya Ebadî rastî nerazîbûna Herêma Kurdistanê hat.

 

Li avahiya Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê 40 sendîka û rêxistinên Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dan û diyar kirin ku behsnekirina pêşmergeyan binpêkirina qanûn û kem dîtina qurbaniya ne.

 

Li ser navê rêxistin û sendîkan Parêzer Bextiyar Heyder daxuyanî xwend û got; "Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî weke serowezîrê hemû Herêma Kurdistanê û Iraqê tevger nake. Li ser çareserkirinên cidî nasekine. Bersiva hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareseriyê nade."

 

Bextiyar Heyder herî dawî got; "Emê raya giştî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî ji reftarên Heyder Ebadî agardar bikin. Hêvîdarim ku van şaşiyên xwe yên li hemberî Kurdistanê û hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li ber çavan re derbas bike."

 

 Îro jî li  Hewlêrê bi sedan xwendekarên Zanîngeha Selaheddîn û mamosta  li ser riya Hewlêr û Kerkûkê li dijî daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî xwepêşandan kirin.

 

(ab)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin