Smiley face
sorani
Smiley face

Lavrov: Divê hemû aliyên Sûriyeyê bên temsîlkirin

2017-11-20 14:11:47
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov, diyar kir ku Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê Rûsya, Tirkiye û Îran lîdertiya wê dikin, dê li Soçiyê bigihêje encamê û wiha got: "Divê hemû aliyên li Sûriyeyê di asta maksîmum de bên temsîlkirin."


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li paytexta Azerbaycanê li Bakuyê bi wezîrê karê derve yê Azerbaycanê Elmar Memmedyarov ve hevdîtin pêk anî û piştre daxûyanî da. Lavrov destnîşan kir ku dê di 22'yê Mijdarê de li Soçiyê Serok Dewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî der barê organîzekirina Kogreya Neteweyî ya Sûriyeyê de dê biryarê bidin.

 

Lavrov li ser mijara dê kîjan alî dawetî kongreyê bikin ev tişt got: "Sûriyeyiyên dawetî kongreyê tên kirin, dê hemû beşên li Sûriyeyê di astek maksîmum de bên dawetkirin. Di vê mijarê de ji hêla Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin, belgeyên ku gelek caran di muzakereyên Cenevreyê de hatin erêkirin û li Astanayê hatin qebûlkirin, dê li gorî wan tevgerîn pêk bê. Ev hemû biryar, dê bi beşdariya berdevkên hikûmetan û heyetên saziyên diyaloga taybet bên dest girtin."

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin