Smiley face
sorani
Smiley face

Li Silêmaniyê mala Parêzer Omer Heme Elî hat gulebarankirin

2017-11-20 13:49:02
Li Silêmaniyê mala parêzer Omer Heme Elî hate gulebarankirin. Parêzer Omer Heme Elî diyar kir ku berpirsê parastina canê wî hêzên ewlekariyê ne û got, "Sedema bûyerê ew e, ez berê parêzerê qeymeqamê berê yê Silêmaniyê bûm ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest daye."


 

 

RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ

 

 

Şevê din saet 00:50'an mala Parêzer Omer Heme Elî ya Silêmaniyê hat gulebarankirin.

 

Parêzer Omer Heme Elî têkildarî bûyerê ji ajansa me re wiha got; "Şevê din gefa kuştinê li me kirin û mala min ji bo kuştinê û gefan gulebaran kirin. Lê ti ziyana canî çênebû. Lêkolîna der barê bûyerê de berdewame û dema bûyerê gelek polîs jî hatin, piştgiriya xwe nîşan dan û gotin ku wê ya pêwîst bikin."

 

 

Parêzer Elî axaftina xwe wiha domand; "Berpirsê parastina canê min asayîşa Silêmanî, polîs û waliyê Silêmaniyê ye. Hêvî dikim ku ji bo parastina min karên cidî bikin û kesên sûcdar bigirin. Min bi salan parêzeriya qeymeqamê berê yê Silêmaniyê Zana Heme Salih kiriye, lê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Ji wê demê ve nakokiyên kesên beşdarî wê dosyayê bûne bi min re hene. Çend carên din jî gule berdane min. Min li dijî wan kesan doz vekiriye. Lê heya niha bi fermî biryara girtina wan nehatiya dayîn."

 

(ab/rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin