Smiley face
sorani
Smiley face

PJAK: Gelê Rojhilat îspat kir ku yekane rêya serketinê yekîtiya gelan e

2017-11-20 12:43:30
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi yekdengî û yekrêziyê destan afirandin û îspat kirin kirin ku yekane rêya serketinê yekîtî û yekdengiya gelan e.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî yekîtiya gelê Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo alîkariya mexdûrên erdheja 12'ê Mijdarê daxuyaniyek da.

 

Di daxuyaniya PJAK'ê de wiha tê gotin; "Ji bûyera dilbiêş a erdheja Kirmaşan her ku diçe encamên giran derdikeve. Di gelek waran de nêzîkbûnên vê sîstemê ya li hemberî gelê me yê hatiye çewisandin nîşan dide. Desthilata Îranê ji bo dijberiya gelên heremê, bi taybet gelê Kurd, lîstikeke siyasî, civakî û aborî bi kar aniye, ji bo îradeyê bişkîne û dîl bigirin. Îro jî em dibînin, ji bo siyaseta derveyî sînor bi milyonan xerc dike. Li hemberî çarenûsa gelên Îranê xwe bi berpirsyar nabîne."

 

Di berdewama daxuyaniya PJAK'ê de wiha tê gotin; "Li Kurdistanê tevî hemû êrîşên ji aliyê sîstema Komara Îslamî ya Îranê ve yên ji bo bê îradekirina gelan pêk tên, lê gelê Kurd di van bûyerên dilbiêş ên erdheja Kirmaşanê de, nîşan da ku niştecihên Zagros timî îradeya wan li ser piyan e. Ruhê şoreşgerî û alîkariyê ya di vê çandê de bi xurtî maye. Di pratîkê de ev ders da hikûmet û sîstemê ku gel xwedî îrade ye. Îradeya gelan jî destanan diafirîne. Karesatan dikin destan. Ev destana Rojhilatê Kurdistanê hatiye afirandin nîşaneya yekrêziya gel e. Me dît ku bi yekîtiyê îradeyê diafirînin. Bi îradeyê jî hemû karan dikin."

 

Daxuyaniya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) wiha bi dawî dibe; "Ev bûyera malwêraniyê nîşan da ku hikûmeta Îranê qet qîmet nade gelan. Tişta ji bo wê ne girîng mexdûrên erdhejê ne. Lê, me dît bi pêşengiya gelê Kurd ê têkoşer kampanyayên berfireh ên alîkariyê ji bo mexdûran hatin destpêkirin. Di demeke kurt de tevî hemû astengiyên Artêşa Pasdarên Îranê jî alîkarî gihişt destê xelkê û bi hawara gel ve çûn. Tevî bêderfetiyan jî gel êş û azarên xwe bi hev re parve kirin û alîkarî gihandin mexdûrên karesatê. Helwesta gelên din a li hemberî mexdûrên erdheja bajarê Serpêl Zehaw û Kirmaşan gaveke mirovahî û cihê rêzdariyê ye. Yekîtî û yekrêziya ji bo alîkariya gelê Rojhilatê Kurdistanê hatiye kirin, îspat kir ku yekane rêya serketinê yekîtiye."

 

(ab/rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin