Smiley face
sorani
Smiley face

RJAK'ê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kir

2017-11-20 12:22:07
Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) li tevayî Başûrê Kurdistanê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî  Şîdeta li Hemberî Jinan dest bi semîner, panel û civînên têkildarî hişyarkirina jinan kir.


 

 

MARÎ BEKIR / SILÊMANÎ


 

Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) bi dirûşma, 'Şîdeta li hemberî jinan haveynê hemû şeran e' ji 17'ê Mijdarê ve li tevayî Başûrê Kurdistanê dest bi çalakiyên têkilldarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Hemberî Jinan kiriye û wê heya dawiya mehê berdewam bikin.

 

Endama Desteya Rêveberiya Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) Şehên Mihemed têkildarî bernameya çalakiyên xwe ji ajansa me re wiha got; "Çalakiyên me ji panel, semîner û civînên taybet ên girêdayî hişyarkirina xwendekarên zanîngehê û civakê pêk tên. Çalakiyên me bi alîkariya jinên ciwan pêk tên. Em ê di nava civakê de li cihên giştî civînan çêbikin. Wê meşa giştî jî di 25'ê Mijdarê de dest pê bike û heya dawiya mehê berdewam bike."

 

Şehên Mihemed diyar kir ku wê li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê çalakiyan li dar bixin û got; "Me semînera xwe ya yekem li Koyê da. Lê ji ber rewşa siyasî ya îsal em nekarin li Kerkûkê çalakiyan bikin. Lê, em ê di nava wargehên koçberan de çalakiyan li dar bixin."

 

Şehên Mihemed bal kişand ser karên hevbeş ên rêxistinan û got; "Me pêşniyara çalakiyên hevbeş kiriye, heya niha ji bo çalakiyên hevbeş ti biryar nehatiye dayîn. Îhtîmala çalakiyên Grûba Aştî hene,  em jî beşdarî vê grûbê bûne."

 

(ab/rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin