Smiley face
sorani
Smiley face

Xwendekarên Silêmaniyê ji ber pêdiviyên wan nayên cih li qadan e

2017-11-20 11:11:31
Xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê ku  li yûrdan (malên xwendekaran) dimînin ji ber pêdiviyên wan nayên cih çalakiyek girseyî li dar xistin.


 

 

RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ

 

 

Xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê yên ji ber nebûna xizmetguzariyê hefteyeke dest bi çalakiyan kirine, şevê din jî li ber deriyê Zanîngehê Silêmaniyê ji ber xemsariya aliyên pêwendîdar di nav çalakiyan de bûn.

 

Xwendekarên zanîngehê daxwaza pêwîstiyên sereke yên weke pêdiviyên germkirinê, cih û avê dikin.

 

Xwendekarên zanîngehê diyar kirin ku heya niha Wezareta Xwendina Bilind û Serokatiya Zanîngehê ti bersiv nedane wan û gotin; "Em îro careke din daxwazê ji Serokatiya Zanîngehê dikin ku daxwazên me pêk bîne. Eger bersiva daxwazên me nedin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin, deriyê zanîngehê bigirin û nahêlîn kesek bikeve zanîngehê."

 

 

 

 

 

 

(ab/rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin