Smiley face
sorani
Smiley face

Xamaney li Kirmaşanê ye

2017-11-20 11:10:19
Serokê Olî yê Îranê Elî Xamaney gihişt parêzgeha Kirmaşanê û li wir çû serdana cihên ji ber erdhejê zerar dîtine.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


 

Serokê Olî yê Îranê Elî Xamaney ji bo erdheja Kirmaşanê ji nêz ve bişopîne îro çû Kirmaşanê. Xamaney li bajarê Serpêl Zehaw ê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê di nava mexdûran de axivî û got; "Ez di dema şerê 8 salan ê di navbera şerê Iraq û Îranê de di nava we de bûm, di wî şerî de we berxwedan nîşan da. Pêwîst e îro jî nîşan bidin. Ez dixwazin di demeke baştir de bême Kirmaşan û di nava we de amade bim. Mirovên qehreman li hemberî bûyeran radiwestin û bûyeran bi bin dixin."

 

Tevî ku bi hezaran xanî hilweşiyaniye jî Xamaney di axaftinên xwe de, ji bo mexdûrên erdhejê qet behsa tazmînatê nekir.

 

Ji aliyê din ve ji bo guhdarîkirina axaftinên Serokê Olî yê Îranê Rêberê Elî Xamaney kêm kes kom bibûn.

 

(rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin