Smiley face
sorani
Smiley face

Li Qesra Şîrîn gel hê li kolanan dimîne

2017-11-20 10:28:53
Navçeya Qesra Şîrîn a Kirmaşanê yek ji wan herêmên di erdheja şeva 12'ê Mijdarê de rastî ziyaneke mezin a madî û canî bû. Niha jî li navçeyê ava vexwarinê nemaye û mexdûrên erdhejê  konanan dimînin.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Ji erdheja 12'ê Mijdarê ve rojane li navçeya Qesra Şîrîn a Kirmaşanê bi pileyên nizm erd diheje, ji ber vê bi hezaran kes li kolanan û ji derveyî malên xwe bijîn.

 

Ciwanekî ji Qesra Şîrîn ku nexwest navê xwe eşkere bike ji ajansa me re wiha got; "Xanî ji derve de li ser piyan xuya dikin, lê hundirê wan di rewşwkw xerab de ne. Mirov êdî  nikarin di wan de bijî. Kes newêre biçe malên xwe."

 

Ji ber erdhejê ku hemû şebekeyên avê xera bûne û êdî ava vexwarinê jî nîne.

 

 

Welatiyekê têkildarî qurbaniyên li Qesra Şîrîn wiha got; "Li nava bajarok tenê 6 kes mirin, li gundên wê jî 22 kes mirin. Bi giştî 28 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne."

 

Welatiyek din ê Qesra Şîrîn têkildarî sedema gel nakeve malên xwe wiha got; "Saziya Erdhejê ya Zanîngeha Tehranê ragihandiye ku pêwîst e welatî heya sê mehan xwe biparêzin, dîsa daye diyarkirin ku piştî erdheja 12'ê Mijdarê her 13 deqeyan carekê erdheje din çêbûye. Dîsa karesata salên berê yên Îranê tê bîra me. Berî karesatê bi 15 rojan erdhej çêbibû, lê ne gelekî bi hêz bû, piştî gel vegeriya malên xwe, dîsa erdhej çêbû û di encamê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber vê em li kolanan dimînin."

 

 

Li ber avahiya Heyva Sor a Îranê ji bo konan rojane bi sedan kes kom bidin, lê ji ber ku hêzên artêşa Îranê konan belav dikin di navbera wan û gel de alozî derdikeve. Welatiyan diyar kirin ku alîkariya digihe wan tenê ya gelê Kurd û gelên Îranê ye.

 

 

(ab/rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin