Smiley face
sorani
Smiley face

Ilham Ehmed: Ji bo kongreya li Soçî vexwendname negihiştiye me

2017-11-20 09:09:42
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk  (MSD)  Ilham Ehmed diyar kir ku ji bo beşdariya kongreya li bajarê Soçî yê Rûsyayê heya niha ti vexwendname negihiştiye MSD'ê û got; "Vexwendnameya bê ji bo tevahiya pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ye, ne tenê ji bo pêkhateyekê ye."


 

 

ŞEMAL HESEN / ROJNEWS

 

 

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk  (MSD)  Ilham Ehmed têkildarî kongreya Soçî ya têkildarî çareserkirina aloziyên Sûriyeyê û beşdariya pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ji ajansa me re axivî.

 

Ilham Ehmed têkildarî girîngiya kongreyê got; "Wê girîngiya kongreyê li gorî cewher û bernameya wê zelal bibe. Eger mijarên kongreyê eşkere bin, rê û rêbazê çareseriyê hebin, wê demê wê girîngiya kongreyê hebe. Lê, eger naverok eşkere nebe, wê tenê kongreye bibe rêbazek ji bo ragihandina serketina rejîma Sûriyeyê."

 

Ilham Ehmed bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê û wiha axivî; “Li hemberî beşdarbûna hêzên demokratîk di civînên çareserkirina aloziyên Sûriyeyê de, nerazîbûna Tirkiyeyê timî  heye. Tirkiye dixwaze timî desthilatdarî di destê wê de be, ji ber vê ji her gaveke hêzên demokratîk ditirse ku desthilata wê ji dest biçe. Lewma Tirkiye bi Rûsya re dikeve nava mercan. Şertê wê jî ew e ku Kurd beşdarî kongreya li Soçî nebin."

 

Ilham Ehmed  axaftina xwe wiha domand; "Heya niha ji bo beşdarbûna kongreya Soçî ti vexwendname ji bo MSD'ê nehatiye. Li Astanayê civînek di nava dewletan de çêdibû. Tirkiye, Rûsya, Îran û heya astekê rejîma Sûriye dixwazin kongreya Soçî weke sîwanekê bibînin. Lê heya niha ew fermiyet negirtine ku Soçî ji bo Astana bibe sîwan. Her wiha hê dema destpêkirina civînê nehatiye diyarkirin. Diyar nîne wê pêk were yan na."

 

Ilham Ehmed  herî dawî got; "Her vexwendnameya bê ji bo tevahiya pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ye. Ne tenê ji bo pêkhateyekê ye. Weke ew dibêjin, vexwendname ji bo îradeya xweseriya demokratîk e. "

 

Çavlirê bû ku 22’yê Mijdarê li bajarê Soçî yê Rûsyayê ji bo çareserkirina aloziyên li Sûriyeyê civînek pêk were. Lê hê diyar nîne wê pêk were yan na.

 

(ab/rn)

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin