Smiley face
sorani
Smiley face

Kalkan: Li hemberî faşîzmê em ê Başûr biparêzin

2017-11-15 10:11:49
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku têkiliyên PDK-AKP’ê Başûrê Kurdistanê kir nav tehlûkeyê û got: “Eger faşîzm êrîşî Başûr jî bike em ê bi hemû hêza xwe Başûr biparêzin. Lê divê gelê Başûr jî piştgiriyê bide vê. Beriya ku wext derbas bibe, faşîst û qirker plansaziyan bikin û êrîş bikin, em amadekariyên xwe bikin û hêzên xwe yên parastinê ava bikin.”


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya "Ulkeden" a kanala Medya Haberê û bersiv da pirsên Dervîş Eren. Kalkan têkildarî pêşketinên di rojevê de nirxandinên girîng kirin. Kalkan di beşa têkildarî pêşketinên li Başûrê Kurdistan û Iraqê rû didin hişyarî kirin û got: “Têkiliyên PDK-AKP’ê Başûrê Kurdistanê kir nav tehlûkeyê.”

 

 

Nirxandinên Kalkan ên têkildarî mijarê wiha ne:

 

“Pêvajoya li qada Iraq û Başûrê Kurdistanê rû da hê neqediyaye. Kesên bi nexweşiya zû ya desthilatdariyê ketin û dan pey serkeftinê jî di nav şaşiyan de ne. Di demeke navîn de mimkun e pêşketinên ku hevsengiyan biguherin jî rû bidin.

 

Pêşketin ji aliyekî ve di nav têkoşîna li Rojhilata Navîn, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan a li hember kapîtalîzmê û dîsa di nav Sêyemîn Şerê Cîhanê de rû didin. Divê mirov ji wan qut negire dest. Lê di nav wê de gelek plan jî hene. Mînak di hevdîtinên navbera Tirkiye-Iraq-Îranê de planek derket û li pişt êrîşa li hember Kerkûkê ev hebû. Li aliyê din DYA-Îsraîl aktîf bûn. Îsraîl jixwe hê beriya referandûmê aktîf bû. DYA piştî referandûmê aktîf bû û bi gotina, ‘Agahiya me ji tiştên rû didin hene’ pêkanînên çêdibin girt ser xwe. Jixwe eger DYA-Îsraîl ne di nav planê de bûna PDK-YNK hêzên xwe nedikişandin. Mesûd Barzanî îstîfa nedikir. Paşvekişandin jî, îstîfa jî bi helwesta DYA û hwd. hêzan ve girêdayî ye.

 

'PDK’ê hesabê şaş kir'

 

Tevgera Azadiyê ya Kurdistan têdikoşe, li Bakur faşîzma AKP-MHP’ê li ber hilweşînê ye. Li Sûriyeyê DAIŞ ber bi têkçûnê ve diçe. Sûriyeya demokratîk ava dibe. Bi heman rengî gelek destketiyên mezin hene û PDK’ê xwest van bike malê xwe. Bêyî di nav kar de be, bi awayekî erzan têkoşînên hinekên din bi firsendperestiyekê xwest bike destketiyên xwe. Ev hesabekî pir erzan û besît bû. Me ji bo rêveberiya PDK’ê hişyarî kirin, me bang kir. Lê belê rêveberiya PDK’ê gotinên me jî weke astengkirin û xapandina xwe fêm kirin. Lê belê em alîgir bin ku têkiliyên PKK-PDK’ê pêş bikevin û li Kurdistanê rolekî erênî bilîze.

 

'Em girêdayî tifaqa 1982’yan e'

 

Li ser tifaqa ku Rêber Apo sala 1982’yan bi PDK’ê re çêkiribû protokoleke fermî hatibû îmzekirin. Em hê jî li ser esasê prensîbên di wê protokolê de tevdigerin. Rêbertî di banga xwe ya dawî de got, ‘Em girêdayî wê bangê ne, bila PDK jî wer nêz bibe.’ Lê sala 1985’an PDK’ê peyman xera kir. Hê jî pêk nayîne.

 

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê di du mijaran de şaşiyan dike. Li herêmê pevçûn û nakokiyên berjewendiyan hene. Wer fikirîn ku dê ev timî wer be û wê lihevkirin çênebe. Dema nakokî û pevçûn çêdibin valatî rû didin, li wir konjonkturek çêdibe. Li ser vê siyasetê dikin û destketiyan bi dest dixin. Lê timî wer nabe. Carinan berjewendî rastî hev tên û hêzên dikevin nav nakokiyan çêdibin. Ya niha rû da jî ev e û rêveberiya PDK’ê ferq nekir ku dê ev wiha bibe.

 

'Têkiliyên PDK-AKP’ê Başûr kir tehlûkeyê'

 

Nuqteya duyemîn a şaşiyê jî di têkiliyên PDK-AKP’ê de rû dan. Têkiliyên PDK’ê yên bi AKP’ê re bi awayekî rojaneyî hin tişt bi derdoreke teng da qezenckirin. Bûn xwedî sermaye, Lê zerar da Başûrê Kurdistanê û pêşeroja xwe jî avêtin nav tehlûkeyeke cidî. Dema me wer got, timî bi guman nêz bûn. Halbûkî me ya rast îfade dikir. Bi esasî ya li pişt pêşketinên heyî Tirkiye heye. Rêveberiya Tayyîp Erdogan heye. Ev ji aliyê rêveberiya Başûr ve nehat dîtin.

 

Dema faşîzma AKP-MHP’ê Cizîr, Nisêbîn, Şirnex hildiweşand, cenazeyên jinên Kurd ên 60 salî û pitikan bi hefteyan li kolanan hiştin, gorên Kurdan texrîb dikirin, dilê rêveberiya PDK’ê neşewitî! Wijdan pêwîst e. Ji her çar aliyên cîhanê mirov hatin ev qad ziyaret kirin. Dilê wan êşiya. Lê belê rêveberiya jor a PDK’ê bi AKP’ê re li Amed û Wanê mitîng li dar xistin. Ev feraset, zîhniyet û siyaseteke çawa bû? Şaşiyeke pir cidî bû.

 

'Peymana otonomiyê jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû astengkirin'

 

Sala 1971’ê dema dewleta Iraqê xwest otonomiyê bide Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk asteng kiribû. Bila bîranînên Orgeneralê Teqawît Necdet Oztorûn bixwînin. Ev kes bi xwe dibêje ku bi helîkopterê çûye Gelale û peymana otonomiyê ya hat îmzekirin li ser navê dewleta Tirk sekinandiye. Ji ber peymana ku ti dewlet nikare bi serê xwe bi Kurdan re li hev bê heye. Dewleta Tirk li ser vî esasî otonomiya ku Iraqê dida Kurdan rawestand. Nêzîkatiya dewleta jêre Komara Tirkiye tê gotin ev e.

 

'Ji bo siyaseta Başûr banga yekîtiyê'

 

Eger di demeke nêz de li Enqereyê faşîzm hilneweşe artêşa Tirk dikare hê zêdetir dest bi dagirkeriyê bike. Em ê wek partî Başûrê Kurdistanê biparêzin. Li ku derê faşîzm hebe PKK li wir li ber xwe dide. Eger faşîzm êrîşî Başûr jî bike em ê bi hemû hêza xwe Başûr biparêzin. Lê divê gelê Başûr jî piştgiriyê bide vê. Beriya ku wext derbas bibe, faşîst û qirker plansaziyan bikin û êrîş bikin, em amadekariyên xwe bikin û hêzên xwe yên parastinê ava bikin. Yan na em ê dereng bimînin.

 

'Dagirkirina Kerkûkê operasyoneke li hemberî Îranê bû'

 

Artêşa Iraqê ku di çarçoveya xala 140. de Kerkûk û herêmên bi nîqaş dagir kir bi konsepteke berfireh ve girêdayî ye. Vê rewşê rêveberiya Barzanî paşde xist, rêveberiya Ebasî xurt kir. Tesîra vê ya li ser Kurdistan û Iraqê ev e. Lê divê mirov zanibe ku mudaxele tenê bi Heyder Ebadî û Mesûd Barzanî ve ne girêdayî ye. Ev tenê aliyek e. Ya ji vê wêdetir jî heye. Mînak mirov dikare vê rewşê bi krîza Qeterê re jî muqayese bike. Dema çûn ser emîrê Qeterê li pişt wî Tirkiye û Îran derketin. Mirov dikare bişibîne vê rewşa derketiye holê. Li pişt van bûyeran taybetiyeke ku operasyoneke li hember Tirkiye û Îranê ye jî heye.

 

Paşdexistina rêveberiya Barzanî tê maneya paşdexistina rêveberiya Erdogan. Ev taybetmendiyeke herêmî ye ya ku bi rêveberiya Bexda û Hewlêr ve ne bi sînor e. Divê weke amadekarî, destpêk û gava pêş a pevçûnên nû yên, wê di demeke nêz de li herêmê rû bidin were dîtin. Di vê nuqteyê de em dibînin ku polîtîkayên faşîzma AKP-MHP û Îranê hedef tên girtin. Di vê çarçoveyê de rewşeke ku hê neqediyaye.

 

'Bê yekîtî hêz nabe'

 

Divê PDK ji şaşiya kiriye vegere û girîngiyê bide Kongreya Neteweyî. Eger xebatên Kongreya Neteweyî yên sala 2013’yan bû rojev û asteke girîng wergirt dewam kiriba, hêzeke îcrayê ya giştî û hêza parastina hevpar hatiba pêşxistin, ev rewş rû nedidan. Wê faşîzma AKP-MHP’ê hatiba hilweşandin.

 

Pêşketinên heyî ji yekîtiya Kurdan çêdibe û ev yekîtî jî bi demokrasiyê mimkun e. Hêza bê yekîtî nabe, bê demokrasî jî yekîtî nabe. Li cihê ku demokrasî nebe karesatên wiha rû didin. Divê mirov demokrasiya Kurd pêş bixe. Eger wê Kurd li herêmê rol bilîzin, tenê dikarin bi demokrasiyê vê bikin.

 

Rêber Apo di pirtûka xwe ya sala 1981’ê ya bi navê Li Kurdistanê Pirsgirêka Rizgariyê û Rêya Çareseriyê de şaxên siyasî yên çareseriya pirsgirêka Kurd û Kongreya Neteweyî ya Kurdistan nirxandibû. Divê Kongreya Neteweyî xwedî karaktereke demokratîk be. Divê hemû partî, kom, eşîret û civakên gel bigire nav xwe. Divê her kes li ser esasekî demokratîk tevlî vê kongreyê bibe. Rêber Apo Kongreya Neteweyî ne wek zemîna ku partî li hember têkoşînê bikin, wek zemîneke bi hev re karekî hevpar bikin fikirî. Em jî li ser vî esasî bang li hemû partî û derdoran dikin ku tevlî xebatên yekîtiya neteweyî bibin û demokrasiyeke Kurd a mînak pêş bixin.

 

'Divê Îran nebe hevparê dewleta Tirk'

 

Dewleta Tirk dixwaze Îranê bike hevparê sûcê xwe. Divê Îran neyê vê lîstikê.

 

Tirkiye dixwaze Îranê bike hevparê xwe. Em naxwazin wiha be. Em hê jî li ser polîtîkaya xwe ya berê ne. Operasyona Îranê jî tenê gotegot e.

 

Em her îhtîmalê dinirxînin. Em gelê gelê hişyar dikin ku baldar bin. Sifreyeke guran hatiye danîn û yên dikevin nav zoriyan timî tifaqên xwe li ser qirkirina Kurdan ava kirine. Hesabên xwe yên berjewendiyan ên di navbera xwe de wer tînin cih. Ev sed sal e bi vî awayî bi rê ve dibin. Divê niha em neyên van lîstikan.

 

Pevçûnên di van rojên dawî de li xeta Bakur rû didin ne nêrînên tevgera me ne. Ji ber şaşiyan rû dane. Dewleta Îranê bêyî bifikire û di carekê de refleks nîşan dide. Divê wer neke. Nêzîkatiya hê hişyar û baldar ji bo wan jî baş be. Dewlet Tirk provokasyonan dike. Em hêvîdar in ev bên zanîn û neyên lîstika faşîzma AKP-MHP’ê.”

 

(rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin