Smiley face
sorani
Smiley face

Zindana kesên li hember jin û zarokan sûc dikirin

2017-11-15 08:17:16
Zindana di sedsala 18’an de ji hêla Kok Axayê Êzîdî ve hatiye çêkirin û ji hêla keça wî Dilşah ve hatiye birêvebirin, niha bûye hedefa zêrgeran. Tê gotin ku kesên li dijî jin û zarokan sûc dikirin, ew diavêtin vê zindanê.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Zindana di sedsala 18’an de ji hêla Kok Axayê Êzîdî ve hatiye çêkirin û ji hêla keça wî Dilşah ve hatiye birêvebirin, niha bûye hedefa zêrgeran. Tê gotin ku kesên li dijî jin û zarokan sûc dikirin, ew diavêtin vê zindanê.

 

“Keleha Kok Axa” ya li navçeya Çaldêranê ya Wanê di sed sala 18’an de ji hêla Kok Axa yê Êzîdî ve hatiye çêkirin, ji ber ku nehatiye parastin, texrîb bûye, hatiye ber wê yekê ku hilweşe. Zindana di hundurê kelehê de, gelek caran hatiye kolan. Kesên bi niyeta dîtina zêran, zindan kolayî, zerareke mezin dane bermahiya dîrokî.

 

Keleh qederê 20 kîlometroyan ji navçeyê dûr e û li ser Çiyayê Arikelleyê hatiye avakirin û ji 12 beşan pêk tê. Zindana wê, bi qasî 15 metreyan dirêj û 8 metreyan jî fireh e, tê gotin ku keça Kok Axa ya bi navê Dilşah zindan bi rê ve biriye.

 

Li gorî agahiyan kesên mafê jinan û gelê herêmê nediparastin û zerar didan herêmê, davîtin vê zindanê. Tê gotin ku kesên zerar didan jin û zarokên cîranên xwe, ew davêtin zindana ku di zinar de hatiye kolan û bi wî rengî, ew ceza dikirin. Hema li kêleka zindanê cihên nobetgirtinê hene û di van cihan de nobet hatine girtin, lê hema bibêje hemû tine bûne. Hundirê kelehê jî ji ber kolana zêrgeran zerareke mezin lê bûye û gelek cihên kelehê hatine tinekirin.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin