Smiley face
sorani
Smiley face

‘Hevrê Hejar di refên herî pêş de li hember çeteyan şer kir’

2017-11-15 07:32:34
Taziyeya ku ji bo yek ji fermandarên YBŞ’ê Hejar Şengalî yê 9’ê Mijdarê di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da hatibû danîn bi merasîmekê bi dawî bû.



 

 

IBRAHÎM ÊZÎDÎ/ŞENGAL

 

 

Ji bo yek ji fermandarên YBŞ’ê Hejar Şengalî (Hecî Reşo Hesen) ê 9’ê Mijdarê di navbera gundên Mediban ve Sêkiniyê yên Şengalê de bi hevrêyê xwe Şengal Şengalî re jiyana xwe ji dest dabû, konê taziyeyê hatibû vedan û bi rojan gel ji bo serdanên sersaxiyê çûn cihê teziyeyê.

 

Duh li konê teziyeyê bi tevlîbûna Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ), Yekîneyên Jin ên Şengalê (YJŞ)‘ê, malbata Hejar Şengalî û gelek welatiyên Şengalê ji bo fermandar Hejar merasîmeke bi heybet a bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê li ser navê HPG û YJA Star Zîlan Kobanê axivî û got: “Hevrê Hejar, ji destpêka fermanê ve wek milîtanekî di refên herî pêş de li hember çeteyan şer kir û pêşengî ji YBŞ’ê re kir.”

 

Di merasîmê di şexsê Hejar Şengalî de ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li dû rêzgirtinê nameya sersaxiyê ya HPG'ê ya ji bo malbata fermandar Hejar hatibû şandin ji aliyê Mamosta Adar ve hat xwendin.

 

 

Piştî nameyê li ser navê Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)’ê Dijwar Feqîr axivî. Feqîr di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji bo malbata fermandar Hejar û tevayî gelê Kurd xwest û wiha dewam kir: “Em soz didin heya dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ser şopa şehîdên xwe bin. Em wek zarokên Êzîdxanê wek hevalên şehîd Hejar, soz didin baweriya ku şehîd daye malbata xwe û vê axê, em ê hewl bidin xwe bigihînin asta şehîd Hejar û em ê vî barî deynin ser milê xwe.”

 

 

Li ser navê HPG û YJA Star jî Zîlan Kobanê axivî û got: “Hevrê Hejar, ji destpêka fermanê ve wek milîtanekî di refên herî pêş de li hember çeteyan şer kir û pêşengî ji YBŞ’ê re kir.”

 

 

Her wiha endama Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzîdiyên Şengalê, Sebîha Sebrî jî sersaxî ji malbata Fermandar Hejar û gelê Kurd re xwest û got: “Bi saya xwîna van şehîdan em îro bi azadî, zarokên xwe li ser fikir û ramanên Êzîdîtiyê perwerde dikin. Em soz didin, heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ser vî fikrî zarokên Êzîdxanê perwerde bikin.”

 

 

Di bîranînê de nûnerên PADÊ, TAJÊ, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Saziya Malbatên Şehîdan jî axivîn û sersaxî ji malbatê û tevayî gelê Kurdistanê re xwestin.

 

Piştî axaftinan û sînevîzyonê taziye bi dawî bû.

 

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin