Smiley face
sorani
Smiley face

Ebadî: Ji bo kontrolkirina deriyên sînor tişta pêwîst emê bikin

2017-11-14 19:58:03
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku ewê mûçeyê karmendên herêmê belav bikin û got; “Ji bo kontrolkirina deriyên sînor tişta pêwîst bike emê bikin.”


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


Îro êvarê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî bi dawîbûna civîna Desteya Wezîran a Iraqê peyamekî belav kir. Ebadî diyar kir ku ji bo kontrolkirina deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê tişta pêwîst bike wê bikin.

 

Ebadî diyar kir ku hebûna hikûmeta Federal li nuqteyên sînor û balefirgehên Herêma Kurdistanê di berjewendiyê gelê Kurd de ye û wiha dewam kir; “Emê mûçeyê karmendên herêmê bidin.”

 

Ebadî diyar kir ku hikûmeta Navendî li ser avakirina herêmên hatin rizgarkirin û cardin vegerandina penaberan ji bo ser cihên wan, bi biryare. Ebadî got; “Divê destûr li tavahî navçeyên Iraqê bê pêkanîn. Desthilata federalî li hemû herêmên Iraqê hebe.”

 

Ebadî dawiyê de diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji reşnivîsa lihevkirina dawiyê xwe paşda kişandiye.

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin