Smiley face
sorani
Smiley face

‘Divê hevdîtin bi Ocalan re pêk were’

2017-11-14 18:09:26
Seroka Koma Çep a PE’yê Gaby Zîmmer, daxwaz kir ku divê hevdîtin bi Ocalan re pêk were û agahiyek jê bê girtin.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Seroka Koma Çep a Parlementoya Ewropayê (PE) Gaby Zîmmer, li ser pirsên ANF’ê daxuyaniyek da û got: “Divê bi lezgîn agahiyek ji Ocalan bê girtin.”

 

Zîmmer, anî ziman ku ji çalakiya Kurdistaniyên ku ev 23’ê rojin li pêşiya avahiya CPT a Konseya Ewropayê di çalakiyê de ne agahdar e û got: “Ji rewşa Ocalan a ku ev demeke pir dirêje ku ti agahî jê nayayê girtin, em jî bi fikar in.”

 

Zîmmer destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de raste rast bi Ocalan ve girêdayî ye û wiha got: “Divê bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin pêk were, bûye neçarî êdî ku agahiyek ji Ocalan re pêk were.”

 

‘YE û dewletên endam berpirs in’

 

Seroka Koma Çep a Parlementoya Ewropayê (PE) Gaby Zîmmer, bibîr xist saziyên Yekîtiya Ewropa û endamên wê di vê mijarê de berpirs in, îşare bi wê yekê hate dayîn ku ‘xistina lîsteya terorê ya PKK’ê’ev pirsgirêk çareser nabe.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin