Smiley face
sorani
Smiley face

'Tenê zextên civakî dikare peşî li erêkirina pêşniyarqanûnê bigire'

2017-11-14 10:02:04
Parlamentera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya Parlamentoya Iraqê Rengîn Ebdullah têkildarî pêşniyarqanûna ji bo zewaca di temenê biçûk de wiha got; "Tenê bi rêya lihevkirin an jî zextên civakî dikarin pêşî li erêkirina wê bigirin."


 

 

MARÎ BEKIR / SILÊMANÎ

 

 

Parlamentera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya Parlamentoya Iraqê Rengîn Ebdullah pêşniyarqanûna Iraqê ya ku rê li pêşiya zewicandina keçên 9 salî vedike ji ajansa me re axivî.

 

Rengîn Ebdullah got; "Şîeyên Iraqê rewşa niha weke çareserî dîtine, ji ber ku piranî ne. Armanca wan ew e ku vê qanûnê erê bikin. Ji ber vê yekane rêya derbaskirina vê rewşê, zextên civakî, navneteweyî û lihevkirinên siyasî ne."

 

Rengîn Ebdullah têkildarî hewldanên parlamenterên Kurd ên li hemberî astengkirina erêkirina qanûnê diyar kir ku parlamenterên Kurd kemîne û got; "Eger komê partiyên Kurd li gel beşek sunniyan peymanê jî çêbikin wê nekarbiin pêşiya rûniştina duyem a li ser erêkirina pêşniyarqanûnê bigirin. Di serî de proje ji bo parlamentoyê hatiye şandin. Parlamenterên Kurd ên li Komîsyona Jinan de gelek hewldan kirin, ji bo pêşî lê bigirin. Lê bi piranî deng li ser dan."

 

Parlamenter Rengîn Ebdullah der barê metirsiyên ku pêşniyarqanûn bi xwe re jî bîne wiha axivî; "Ev ji bo jin û zarokan sîtemkarî ye. Pêşeroja nifşên nû dixin metirsiyê. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê çalakiyên Herêma Kurdistanê veguherin bajarên Iraqê û hemû pêwendiyên xwe ji bo rawestandina erêkirina wê bi kar bînin."

 

2’yê Mijdarê Parlamentoya Iraqê bi hevkariya çend hêzên Îslamî pêşniyarqanûnek der barê pêkanîna hinek guhertinên girîng di qanûnên medenî de amade kirin û ev pêşniyarqanûn li parlamentoyê hatin xwendin. Ji ber biryarên cinsiyetparêz ên di pêşniyarqanûnê de gelek parlamenteran ev pêşniyarqanûn protestokirin û rûniştin terk kirin.

 

Ev belge yan jî pêşniyarqanûna der barê zewac û parvekirina mîrasa malê ya di navbera jin û zilam de ji aliyê rêxistinên jinan û rêxistinên sivîl ve metirsîdar tê dîtin. Li gorî vê pêşniyarqanûna der barê qanûnên medenî de zilamek dikare derveyî qanûn û dadgehê, bi rêbazên olî û mezhebî bizewice û dihêle ku zarokên keç ên 9 salî bên zewicandin.

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin