Smiley face
sorani
Smiley face

Hejmara kesên di erdhejê de mirin gihişt 430 kesî

2017-11-14 09:17:08
Hejmara kesên ku di erdheja li Parêzgeha Kirmaşanê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 430 kesî û 7 hezar û 370 kes ji birîndar bûne. Ev erdheja li ser xeta Başûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê, di nav erdhejên îsal li cîhanê rû dane ya herî zêde bûye sedema qurbaniyan e.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Hejmara kesên ku di erdheja li Parêzgeha Kirmaşanê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 430 kesî û 7 hezar û 370 kes ji birîndar bûne.

 

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku nêzî milyonek û 800 hezar kes li derdora navenda erdheja bi pileya 7.3 a li ser xeta Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê rû da dijîn.

 

NY'ê ragihand ku herî zêde li herêma Serpêl Zehawe ya Parêzgeha Kirmaşanê qurbanî çêbûne.

Her wiha ajansên Îranê ragihandin ku 12 hezar xanî bi temamî rûxiyane û gelek xaniyan ji ziyan dîtine.

 

Ji aliyê din ve çavkaniyên xwecihî ragihandin ku gundê Şêx Salihî û Bawecanî yên Kirmaşanê bi temamî hilweşiyaye. Heya şevê din jî ti kes hawara wan ve neçûbû û fikar hene ku tevahî xelkê wan gundan jiyana xwe ji dest dabin.

 

Heya niha ne hikûmeta federal ne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê der barê qurbaniyên gundên li ser sînorê di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de ti agahî nedane.

 

Rêxistina Alîkarî Gihandinê ragihand ku li Kirmaşanê pêwîstiya 70 hezar kesî bi cihê tê de bimînin heye.

 

Hat diyarkirin ku ev erdheja li ser xeta Başûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê, di nav erdhejên îsal li cîhanê rû dane ya herî zêde bûye sedema qurbaniyan e.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin