Smiley face
sorani
Smiley face

Hacî Reşîd: Ji ber edalet nebû nikarîbûn aboriyê xurt bikin

2017-10-27 11:05:42
Serokê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmedî Hacî Reşîd: "Herêma Kurdistanê digot, 600 heya 650 hezar bermîl neft rojane firotine derve. Lê ji ber nirxê wê ne şefaf û edalet nebû, nikarîbûn aboriya xwe xurt bikin û pêşve bibin. Vegera hêzên Iraqî ya ji bo van herêman her çiqasî di aliyê aboriyê de baş jî be, rûmeta neteweyekê şikest. Her çiqasî rûmeta siyasiyan şikestiye."


 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

Serokê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmedî Hacî Reşîd got: "Herêma Kurdistanê digot, 600 heya 650 hezar bermîl neft rojane firotine derve. Lê ji ber nirxê wê şefaf nîne û edalet nebû, nikarîbûn aboriya xwe xurt bikin û pêşve bibin. Vegera hêzên Iraqî ya ji bo van herêman her çiqasî di aliyê aboriyê de baş jî be, rûmeta neteweyekê şikest. Her çiqasî rûmeta siyasiyan şikestiye." 

 

Serokê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê ji Koma Komela Îslamî Ehmedî Hacî Reşîd di hevpeyvineke taybet a li gel ajansa me, bersiv da pirsên me yên der barê aloziya di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta navendî ya Iraqê û bûyerên piştî referandûma li Herêma Kurdistanê rû dan, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexda, pêşeroja aboriya herêmê ya li qada aborî û darayî.

 

Hûn rewşa niha ya Iraqê çawa dibînin?

 

Ya rastî rewşa niha ya herêmê dihate texmînkirin. Ji ber her tim sê pirsgirêkên Kurdan bi hikûmeta Iraqê re hebûn. Bi hemû hikûmetên li Iraqê hatin ser kar re pirsgirêk heye. Pirsgirêka xak û di rêveberiya siyasî de cihgirtin e. Ev jî bêbingeh in û di warê lihevkirina siyasî de şaş e. Ya sêyem jî ew e ku para herêma Kurdistanê di dahat û welat de ye. Li ser van xalan her tim di navbera hikûmeta Iraqê û herêma Kurdistanê de pirsgirêk rû didin.”

 

Ev tiştên ku rû dan çiqasî qanûnî bû?

 

Ev herêm weke herêmên nakokî li ser hene tên zanîn. Ev demeke dirêj bû ku Kurdan dixwestin çarenûsa van herêman were zelalkirin. Lê, piştî hatina DAIŞ’ê artêşa Iraqê ev herêm terk kirin û pêşmerge ketin dewsa wan. Pirsgirêk di vir de ye. Diviyabû pêşmerge bi lihevkirineke nivîskî û wajokirî ev herêm girtibana. Yan jî diviyabû bi çavdêriya aliyekî navdewletî kar li ser vê daba meşandin. Ji ber ku pêşmerge ev herêm bi xwîna xwe parastiye. Niha ti belgeyek di destê hikûmeta herêmê de nîne bê ev herêm çawa girtine. Rêveberiya Kurd her tim sîstemeke fiîlî pêk aniye. Siyaseta fiîlî daîmî nabe û pêwendiya wê bi asta hêzê ve heye. Dema Kurd xwedî hêz bûn li wir hebûn. Lê dema Iraq di şerê DAIŞ’ê de ber bi encamê ve diçe û hêz digire, dixwaze vegere van herêman.

 

Mijareke din jî heye ku PDK û YNK ti carî guh nadin kesên şareza, sazî û dezgehên fermî. Diviyabû li parlamentoyê li ser vê xebat hatiba kirin û diviyabû hêzên siyasî ji nêz ve der barê lihevkirinan de hatibana agahdarkirin.

 

Ji ber herêma Kurdistanê referandûm pêk anî, wek hincetekê ket destê hikûmeta Iraqê da ku vegerin van herêman. Di aliyekî de jî Herêma Kurdistanê dostên xwe yên navdewletî jî ji dest da. Di destûra bingehîn de nehatiye diyarkirin ku Iraq an jî herêma Kurdistanê van herêmên nakokî li ser hene bi rê ve bibin. Lê Iraq niha behsa destûra bingehîn nake, behsa hebûna hêz dike.

 

Beriya referandûmê herêma Kurdistanê di rêjeyeke zêde de neft dişand derve. Lê, mûçe jêre nedihat dayîn. Niha hikûmeta Iraqê dest daniye ser piraniya dahatê ango dewlemendiya herêmê. Wê pêşeroja kesên bi meşa û aboriya herêma Kurdistanê çawa bibe?

 

 

Herêma Kurdistanê digot, 600 heya 650 hezar bermîl neft rojane firotine derve. Lê ji ber nirxê wê şefaf nîne û edalet nebû, nikarîbûn aboriya xwe xurt bikin û pêşve bibin. Vegera hêzên Iraqî ya ji bo van herêman her çiqasî di aliyê aboriyê de baş jî be, rûmeta neteweyekê şikest. Her çiqasî rûmeta siyasiyan şikestiye. Dema em behsa 7’ê Adara 1991’ê dikin em behsa rûmeta neteweyekê dikin. Lê, dema em behsa dîroka 16’ê Cotmeha 2017’an dikin behsa şikestina rûmeta neteweyekê dikin.

 

Mebesta min zêdetir di warê aborî de bû ku tu weke Serokê Komîsyona Aboriyê ya Parlamentoya Iraqê çi difikirî?

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê demê de nikarîbû rewşa welatiyan di warê aborî de baş bike ango pêwîstiyan bîne cih. Lê dema sala 2013’an hikûmeta Iraqê di ber vê de berpirsyar bû rewşa aboriya herêma Kurdistanê baş bû. Eger hikûmeta Iraqê weke beriya sala 2013’an dîsa çavdêriya dahat û dabeşkirina wê bike, wê demê divê li gorî di qanûnê de hatiye diyarkirin tevbigere û mûçeyên herêmê di dema wê de bide. Divê çawa ku her welatiyek Iraqê mafê xwe yê aborî heye mafê her ferdeke/î herêma Kurdistanê jî divê hebe. Eger hikûmeta Iraqê çavdêriya dahatê bike û girêdayî mafê darayî yê heremê bimîne wê aborî zindî bibe. Lê eger hincetan derxe wê ev astengiya aborî her bimîne.

 

 

Divê çi were kirin ku hikûmeta Iraqê girêdayî mafên darayî û siyasî yê Herêma Kurdistanê ve bimîne?

 

Divê aliyên siyasî hewl bidin. Bi taybet jî ew aliyên ku li Bexdayê mane. Bi taybet Komela Îslamî, Tevgera Goran û piraniya YNK’ê. Divê ev her sê alî hema wiha li beramberî van tiştên ku li Herêma Kurdistanê rû didin bisekinin. Her wiha divê ev aliyên siyasî rasterast têkiliyê bi Bexdayê re pêş bixin û neçar bikin ku girêdayî qanûnan tevbigerin.

 

Bûdçeya sala 2018’an pêwîst e di vê dema de were amadekirin. Wê di vê rewşê de mafê darayî yê Herêma Kurdistanê çawa were diyarkirin?

 

Ew lihevkirinên di sala 2015, 2016 û 2017’an de hebûn heya niha berdewamin. Ev lihevkirin jî ew e ku Hikûmeta Herêmê 550 hezar bermîl neft bi rêya Somo bişîne û ew ê jî ji sedî 17’ê bûdçeyê ji herêmê re bişîne. Lê niha pêwîstiya me bi lihevkirineke nû heye. Eger hikûmeta herêma Kurdistanê nikare deriyên sînor bi kar bîne, wê demê divê hemû nefta li Herêma Kurdistanê bi rêya Somo were şandin. Wê demê divê Hikûmeta Iraqê bûdçeya Herêma Kurdistanê bide.

 

Wê bûdçeya sala 2018’an kengî pêşkêşî Parlamentoya Iraqê were kirin?

 

 

Tê payîn ku ji hefteya bê dest bi amadekariya wê were kirin. Lê bi giştî jî rewşa aborî ya Hikûmeta Iraqê baş nîne. Heya niha jî bi rêya ku deynan dike aboriya xwe bi rê ve dibe.

 

Hikûmeta Herêmê dibêje ku 28 milyar dolar deyndandar in, hikûmeta Iraqê çiqas deyndar e?

 

Ez agahiyan eşkere bikim, lê piştî ku hemû agahî hatin berhevkirin.

 

Dibe ku di meha 5’an (Gulan) a sala pêşiya me de hilbijartinên Iraqê pêk werin, wê Kurd jî beşdarî van hilbijartinan bibin?

 

Ez wisa difikirim ku wê hilbijartinên Iraqê werin paşxistin. Ji ber rewşa Iraqê aloz e. Sunniyan hê nû hinek bajarên xwe bi dest xistine, lê rêveberiya wan bajaran jî ne di destê wan de ye. Herêma Kurdistanê jî bi heman awayî ye. Hêzên Şîe jî nikarin bi tena xwe biryara hilbijartinê bidin.

 

Li aliyê din jî li Iraqê du hêzên berçav hene ku yek ji wan piştgiriya hêzên herêmê dike, hêza din jî piştgiriyê dide hêzên navdewletî. Ebadî ku dubare dixwaze bibe serokê hikûmetê, gelek kom li derdorê kom bûne, li aliyê din jî Malikî jî dixwaze meseleya Heşdî Şebî zelal bike. Ji ber bandora Heşdî Şebî li ser kolanên Iraqê heye. Her du kom jî hewl didin Heşdî Şebî bi aliyê xwe ve bikişînin. Li aliyekî din jî dixwazin ku Heyder Ebadî weke qehremanê neteweyî bidin nîşan. Malikî jî berevajî vê kar dike.

Eger Heşdî Şebî bi Malikî re li hev bike, wê li xweşiya Ebadî biçe ku hilbijartinan taloq bike. Lê eger wisa nebe wê Ebadî bixwaze ku hilbijartin di dema wê de werin kirin.

 

Piştî bûyerên ku li Kerkûk û herêmên nakokî li ser hene rû dan, rûmeta Kurdan di Parlamentoya Iraqê de neşikestiye?

 

 

Min berî niha jî got ku 16’ê Cotmeha îsal rûmeta neteweyekê şikest. Hebûna Kurd li Bexdayê roj bi roj aloz dibû. Gelekan ji me hawara xwe digihand hêzên siyasî, lê guh nedan me. Ji ber hinek şêwirmendên welatan silav didan wan wan jî digotin qey wê her wisa biçe. Ji ber vê qet guh nedan me. Niha Kurd li Bexdayê di asta herî xerab de ne.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin