Smiley face
sorani
Smiley face

Meclîsa Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûr tecrîd şermezar kir

2017-10-23 07:48:58
Meclîsa Tenduristiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmêr) tecrîda li hember Rêberê PKK’ê bi daxuyaniya çapemenî şermezar kirin.


 

 

 

MEXMUR/ROJNEWS

 

 

Meclîsa Tenduristiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo balê bikişîne ser rewşa tenduristî û ewlehiya Ocalan  û tecrîda li hember tê meşandin şermezar bikin, bi beşdariya hemû endamên Meclîsa Tendirustiyê ya Wargeha Mexmûrê, xwendekar û gelê wargehê daxuyanî da çapemeniyê.

 

Daxuyaniya çapemeniyê duh demjimêr 14:00’an li Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê endamê Meclîsa Tenduristiyê Mêrxas Çetîn  daxuyanî xwend.

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke Meclîsa Tendirustiyê; hemû sazî û hemû gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bang li gelê Kurd ê welatparêz, berxwedêr û dostên aştîxwaz, demokrat û wekhevîxwaz ên li tevayî cihanê dikin. Wek hûn dizanin di van rojên dawî de di çapemenî û torên civakî yên dewleta Tirk a dagirker de nûçeyên nexweş ên girêdayî tendirustiya Rêberê me bi zanebûn tên belavkirin, bi van nûçeyan dixwazin derûniya gelê me ji bo hinek tiştan amade bikin û di demên pêş de bi rêbazên bi vî awayî hinek rewşên ku ew dixwazin li ser Rêbertiya me pêk bînin, ji niha ve bi gel bidin pejirandin.

 

Hem ji ber derketina van nûçeyên xeter ên li ser tenduristiya Rêber Apo û her roja ku diçe bêagahîmayîna ji rewşa Rêbertî di serî de em hemû gelê Wargehê û hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê dixe nav gumanan. Gelê Kurd di van gumanên xwe de ne bêmaf e ji ber em dizanin îtîfaqa şer a pêkhateya ji zîhniyeta înkar û îmhayê ya AKP, MHP, CHP duvaleng û hevkarên wan ne di dîrokê de ne jî niha tu caran çavên wan, li hebuna gelê Kurd û îradeya wan rast nehatiye. Hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê hemû kesên bi wijdan, aştîxwaz û hemû dîrok şahidiya vê yekê dikin ku ji bo avabûna aştiyek bi rûmet, rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane bi salan e Rêbertiya me ked dide û bi hewldanên pîroz û bi rûmet xwestiye ev pirsgirêk were çareserkirin.”

 

‘Berpirsê van kiryarên li dijî mirovahî  Erdogan bi xwe ye’     

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser sedemên van nêzikatiyên ku rû didin wiha hat diyarkirin: “Li beramberî van hemû hewildanên aştiyane dewleta Tirk her tim bi şer, kuştin, qîrkirinê bersiv daye hewldanên birêz Ocalan. Di rêza yekem de berpirsê van kiryarên li dijî mirovahî û van qetlîaman Erdogan bi xwe ye. Erdogan bi komkujî û wêrankariyê li Bakur, Rojava û herî dawî li Başûrê Kurdistanê bi hevkarî, alikarî û xwedîderketina li rêxistinên terorîst ên weke DAIŞ, El Nusra çeteyên qaşo muxalefeta Sûriyeyê dîsa dîplomasiya li ser bingeha li dijî Kurd a li herêm û seranserî cîhanê dide meşandine. Ev dijminahiya xwe bi awayekî vekirî daye diyarkirin, û wek ên beriya xwe bi destê bi xwîn ketiye dîroka gelê Kurdistanê. Em sedemên van nêzîkbûnan baş dizanin, di qonaxeke ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, di vê qonaxê de ji bo Gelê Kurd bibe xwedî statu, têkoşîn derketiye asta herî bilind. Xalek din ku em dixwazin bêjin, ji ber rewşa tenduristiya birêz Ocalan ku di demên bihurî de bi xwe hinek pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hebûn. Her wiha ji ber temen, nêzîkatiyên li dijî mirovane yên dewleta Faşîst û dîsa weke hemû raya giştî ya cîhanê dizane rewşeke jehrkirina Rêbertiya me hebû û herî dawî jî bi van nûçeyên nexweş ên di roja dawî de dihêle ku her roja derbas bibe em ji tenduristiya Rêbertiya xwe bikevin şik û gumanan. Divê her kes zanibe bi taybet ev mijara jehrkirina Rêbertî ne tiştek ji rêzê bû. Ji ber ew yek di tehqîqetên bê alî û di rapora CPT de hatiye piştrastkirin ku di nav xwîna birêz Ocalan de mîktarek zêde ya Krom Strasyom hatiye dîtin. Ev her du madeyên mijara gotinê jehrewîne û mirov hêdî hêdî ber bi mirinê ve dibin. Ji ber vê çendê em vê yekê baş bizanin ew dewleta ku carekê teşebusî vê kiryarê kiribe kengî firsendê bibîne wê wan kiryarên xwe yên hovane dubare bike.”

 

‘Eger metirsiyek li ser jiyana Rêber Apo çêbibe berpirsê yekem hikûmeta AKP’ê ye’

 

Herî dawî jî bi van gotinan dawî li daxuyaniyê hat: “Her wiha weke hemû raya giştî ya cîhanê dizane birêz Ocalan weke zindaniyên siyasî tu sûdek ji mafên tenduristiyê yên di danezana mafê mirovan de hatiye diyarkirin wernagire. Ne bi qasî pêwîst kontrolên bijişkî  û tenduristî ne jî bi qasî pêwîst dike  tedawiya nexweşiya ji Rêbertiya me re nayê kirin. Li ser vê bingehê di serî de em bang li hemû rêxistinên bêalî yên tenduristiyê dikin, em bang li Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, Bijîşkên Sînornenas li CPT, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa, Netewên Yekbûyî û hemû saziyên mafê mirovan dikin ku demek ji ya din zûtir bi erkê xwe rabin. Divê bi lez heyeteke bijişkên bêalî serdana Girava Îmralî bikin. Derbarê tenduristiya birêz Ocalan de lekolînek berfireh bikin û ji bo hemû raya giştî dxuyaniyek bê dayîn. Dîsa em bang li hemû gelê Kurd, dostê Kurdan û raya giştî ya bi wijdan a cîhanê dikin ku ji bo xwedîderketina li Rêber Apo em têkoşînê bilind bikin, bikevin nava çalakî û tevgerê da ku zextên mezin li ser dewleta faşîst a Tirk çêbikin û rê li ber serdana malbat, parêzer û kesên aştîxaz vekin. Dubare em dibejîn tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye. Her destdirêjiyek li ser jiyana Rêbertî were kirin û metirsiyek li ser jiyana Rêber Apo çêbibe berpirsê yekem hikûmeta AKP û dewleta Tirk e.”

 

Daxuyanî bi dirûşmên: ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Tekoşîna Azadiyê’, ‘Şehîd Namirin’ ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

 

(ht/zz)                 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin