Smiley face
sorani
Smiley face

Li Silêmanî azadkirina Reqa hate pîrozkirin

2017-10-20 17:01:57
Bi armanca pîrozkirina azadkirina bajarê Reqa nûnertiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê li Başûr semînerek li bajarê Silêmaniyê lidar xist.


 

 

BERHEM LETÎF/ SILÊMANÎ


Îro saet 14:30’ê li salona Ekopark a bajarê Silêmaniyê ji bo pîrozkirina azadkirina bajarê Reqa ji aliyê QSD’ê nûnertiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistan li Başûrê Kurdistanê merasîmek li dar xist.

 

Merasîm ku deqeyek ji bo rêzgirtina li şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir, gelek ji penaberên ji Rojavayê Kurdistanê li Başûr, nûnerên hizib û aliyên siyasî tevlî merasîmê bûn.

 

Di destpêkê de peyama Kongreya Star ji aliyê Cîhan Xelîl bi zimanê Kurdî û peyama PYD’ê ji aliyê Silêman Ereb bi zimanê Erebî hatin xwendin.

 

 

Piştre peyama Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Îbrahîm Mihemed ve hate pêşkêşkirin û wiha hate gotin; “Serkeftina bajarê Reqe hêviyeke ji bo gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistan û Rojhilata Navîn. Ev şoreşe pêşengiya Rojhilata Navîn dike.”

 

 

Endamê Cıvata Niştîmanî yê Tevgera Goran Aras Welî jî axivî û got; “Serkeftina şoreşa gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, îlhame ji bo şoreşa Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê. Em vê serkeftinê pir giring dibînin.”

 

 

Her wiha Cigira Hevserokên Tevgera Azadî Ronak Mecîd jî axaftinek kir û got; “Rizgarkirina Reqa ji bo Rojhilata Navîn gavek nû ye. Em konfederalîzma demokratîk sîstema herî baş ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn dibînin. Ev sîstem niha li Rojavayê Kurdistanê dikeve jiyanê.”

 

 

Di dawiyê de jî Nûnerê Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê li Başûr Cawîdan Hesen jî axivî û got ku şerê rizgarkirina Reqa ji bo hemû mirovatiyê bû.

 

 

Merasîm bi temaşekirina sînevîzyona li ser şerê rizgarkirina bajarê Reqa bi dawî bû.

 

 

 

 

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin