Smiley face
sorani
Smiley face

Iraqê bi fermî ragihand ku hêzên wan dest danîne ser Pirdê

2017-10-20 13:22:37
Navenda Ragihandina Şer a Artêşa Iraqê bi awayekî fermî ragihand ku hêzên Iraqî dest danîne ser bajaroka Pirdê ya Kerkûkê.


 

 

NAVENDAN NÛÇEYAN

 

 

Navenda Ragihandina Şer a Artêşa Iraqê ragihand ku Hêzên li Dijî Terorê yên Iraqê, Heşdî Şebî û Polîsên Federal ên Iraqê îro dest danîne ser bajaroka Pirdê ya di bin kontrola hêzên pêşmergeyên PDK’ê bû.

 

Nûçegihanên me jî di nûçeyeke beriya vê de bi wêne ragihandibûn ku hêzên Iraqî dest danîne ser bajaroka Pirdê ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê û her wiha dikeve navbera Kerkûk û Hewlêrê de.

 

Lê tevî vê yekê jî ragihandina bi ser PDK’ê îdîa dikir ku pêşmergeyên PDK’ê êrîşên li hember Pirdê şikandine û hêzên Iraqê ji herêmê vekişiyane.

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin