Smiley face
sorani
Smiley face

Nasnameya gerîlayên li Mûglayê şehîd bûne hatin eşkerekirin

2017-10-19 15:41:27
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, têkildarî nasnameya 6 gerîlayên li Mûglayê hatin qetilkirin daxuyaniyek da. Feramandariyê diyar kir ku di encama îxaneta kesê bi navê ‘Selçûk Yogûrçû’ hatine qetilkirin.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, ragihand ku gerîlayên hatine qetilkirin di encama komplo û jehrkirinê de şehîd bûne.

 

Daxuyaniya ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ve hatî dayî wiha ye:

 

“Di 4’ê Cotmehê de li navçeya Seydîkemerê ya Mûglayê esareta 4 hevalên me û di 5-6’ê Cotmehê de şehadeta 6 rêhevalên me yên li Koycegîzê ya Mûglayê di çapemeniyê de derketibû.

 

Xefik li ber gerîla danîne

 

Ev bûyerên komên me yên ku li metropolên Tirkiyeyê hatine peywirdarkirin, ji ber îxanetê derketiye holê. Kesê bi navê Şoreş Haymana (Selçûk Yogûrtçû) bi hevkariya hêzên dewleta Tirk a mêtinger di encama îxanetê de du komên cihê xistiye xefkê.

 

Li navçeya Seydîkemerê Gabar (Ekrem Altay), Kamûran (Veysî Sengîl), Ferhat (Welat Aslan) û Firaz (Mehmet Can Yîgîrer) di encama randevûyeke ku ew ê nikaribin li ber xwe bidin ketine xefkê û hatine girtin. Di roja din de jî li Koycegîzê koma li jêr fermandariya Fermandar Xalit Balveren de ya ku ji 7 kesan pêk dihat jehr xistine xwarina wan. Li vê derê Xalit (Salih Sanri), Warger (Îlyas Demîr), Alîşêr (Rojhat Seçkîn), Adil (Mûhammed Nûrsîda) û Mahîr (Mûsa Arslan) piştî jehrîbûnê hatine şehîdkirin. Jixwe têkildarî vê bûyerê malbat û parêzer ji rewşê ketine gumanan û diyar kirine ku ev înfazkirin e. Ev tespîteke rast e. Jehr xistine xwarina van hevalan û piştre jî hatine înfazkirin.

 

Heval Erdal (Enwer Kerîmî) jî ji vê bûyerê bi birîndarî rizgar bûye û di 6’ê Cotmehê de ji ber îxbarê ketiye operasyona dijmin û ji bo ku nekeve destên dijmin, bi fedayî li ber xwe daye û herî dawîn bombeya xwe bi xwe teqandiye û gihiştiye şehadetê.

 

Wê hesabê îxanetê bê pirsîn

 

Ji ber îxanetê ev bûyer pêk hatine û hevalên me ji ber vê îxanetê hatine girtin û şehadet wisa pêk hatine. Divê were zanîn ku dewleta Tirk bi van xefkan ew ê negihêje armanca xwe û ew ê tevgera Apoyî hesabê vê îxanetê bistîne û ew ê xwîna van rêh

 

Nasnameyên gerîlayên şehîd ketîne wîha ne:

 

 

Nasnav: Xalit Şîrnex

 

Nav û Paşnav: Salîh Sanri

 

Cîh û Dîroka Jidayikbûnê: Şirnex

 

Navê Dayîkê-Bav: Fatma - Beşîr

 

Cîh û Dîroka Şehadetê: Mûgla/ 5’ê Cotmeha 2017

 

 

***

 

 

 

Nasnav: Adil Bawer

 

Nav û Paşnav: Muhammed Nûrsîda

 

Cîh û Dîroka Jidayikbûnê: Heleb

 

Navê Dayîkê-Bav: Horîk - Fîkret

 

Cîh û Dîroka Şehadetê: Mûgla/ 5’ê Cotmeha 2017

 

***

 

 

 

Nasnav: Alîşer Mûnzûr

 

Nav û Paşnav: Rojhat Seçkîn

 

Cîh û Dîroka Jidayikbûnê: Êlih

 

Navê Dayîkê-Bav: Salîha - Hasan

 

Cîh û Dîroka Şehadetê: Mûgla/5’ê Cotmeha 2017

 

***

 

 

Nasnav: Erdal Leylaxî

 

Nav û Paşnav: Enver Kerîmî

 

Cîh û Dîroka Jidayikbûnê: Sine

 

Navê Dayîkê-Bav: Bese – Hacî Alî

 

Cîh û Dîroka Şehadetê: Mûgla/6’ê Cotmeha 2017

 

***

 

 

Nasnav: Mahîr Akdenîz

 

Nav û Paşnav: Mûsa Arslan

 

Cîh û Dîroka Jidayikbûnê: Mêrsîn

 

Navê Dayîkê-Bav: Nûran - Nedîm

 

Cîh û Dîroka Şehadetê: Mûgla/ 5’ê Cotmeha 2017

 

***

 

 

Nasnav: Warger Şîndar

 

Nav û Paşnav: Îlyas Demîr

 

Cîh û Dîroka Jidayikbûnê: Mêrdîn

 

Navê Dayîkê-Bav: Rukiye - Ekrem

 

Cîh û Dîroka Şehadetê: Mûgla/ 5’ê Cotmeha 2017

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin