Smiley face
sorani
Smiley face

‘Em ê bi hev re tecrîda li hember Rêbertî bişkînin’

2017-10-19 10:48:45
ŞENGAL - Gelê Êzîdî li Serdeşta Çiyayê Şengalê ji bo rewşa Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan çalakî li dar xistin û kon vedan. Di çalakiya ku di pêşengiya TAJÊ de tê lidarxistin, endama TAJÊ Xoxê Cindî got: “Banga min a ji gelê Kurd ev e ku bi tevdîr û tifaq tev bigerin û em ê bi hev re tecrîda li ser Rêberê xwe bişkînin."


 

 

 

AHLAM HECÎ-DELÎLA AXÎN/ROJNEWS/ŞENGAL

 

 

Li Serdeşta Çiyayê Şengalê ji bo rewşa Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan di pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) de çalakî hat lidarxistin û kon hat vedan. Wê ev çalakî 5 rojan dewam bike. Gelê Êzidî yê Şengalê diyar kirin ku heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe ew ê têbikoşin. 

 

Endama TAJÊ, Xoxê Cindî diyar kir ku ev çalakiya gelê Êzîdî çalakiyek bi rûmet e û got: "Ez vê berxwedana gelê Êzîdî pîroz dikim, çawa ku Serok Apo li me xwedî derket em ê jî li wî xwedî derkevin. Ev berxwedan berxwedana rûmetê ye. Ji vir heta girava Îmraliyê ez wek jineke Êzîdî silavê xwe ji Serok Apo û hemû girtiyên zindanan re dişînim. Hêviya me ew e ku serokê me ji tecrîda giran rizgar bibe. "

 

Xoxê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Hewce ye ku saziyên mafên mirovan ên navneteweyî der barê tecrîda li ser Serok Apo de gavek berbiçav biavêjin. Banga min a ji gelê Kurd ev e ku bi tevdîr û tifaq tev bigerin û em ê bi hev re tecrîda li ser Rêberê xwe bişkînin."

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin