Smiley face
sorani
Smiley face

Silêmanî ji bo agahî ji Ocalan were girtin di çalakiyê de ye

2017-10-18 22:40:17
Tevgera Azadî ku ev sê roje li Silêmaniyê dest bi pêngaveke çalakiyan ya ji bo agahî ji rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigirin, daye destpêkirin berdewam e. Niha jî li ber Baxê Giştî yê bajarê Silêmaniyê kon hatiye vedan.


 

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

 

Tevgera Azadî jî di vê çarçoveyê de pêngaveke çalakiyan ji bo Ocalan dane destpêkirin. Dilşad Ehmed têkildarî pêngava çalakiyan ya ji bo Ocalan dane destpêkirin ji ajansa me re axivî û got: “Em di roja sêyemîn ya kampanya ji bo azadiya Rêber Apo û agahî ji tendûristiya wî girtinê de ne.”

 

 

Ehmed diyar kir ku îro çend çalakî birêve çûne û wiha axivî: “Îro çend çalakî hatin lidarxistin. Destpêkê daxuyaniya Tevgera azadî hate xwendin. Piştre welatî di derbarê mijarê de axaftin kirin. Hevalê Xebat Hewlêrî jî semînerek di derbarê rewşa Rêber Apo û rewşa niha ya Kurdan de  pêşkêş kir. Her wisa hunermendan sirûd û stran gotin. Welatiyên Silêmaniyê jî bi gotina dirûşman û her weke din piştgirî dan çalakiyê.”

 

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin