Smiley face
sorani
Smiley face

Hêzên Amerîka ji Mexmûr vekişiyan û baregeha xwe teqandin

2017-10-18 20:17:01
Hêzên Amerîkayê vê êvarê hêzên xwe ji navçeya Mexmûrê vekişandin û derbasê Hewlêrê bûn. Hêzên Amerîkayê bixwe baregeha xwe teqandin.


 


 

ROJNEWS / MEXMÛR

 

Amerîka di saetên êvarê de hêzên xwe ji navçeya Mexmûrê ya ser bi parêzgeha Nînovayê kişand û piştî ku jê derketin jî baregeha xwe ya leşkerî bixwe teqandin.

 

Amerîka hêzên xwe kişand navenda Hewlêrê û hate gotin hêzeke mezin a leşkerî ya pêşmerge û hêzên Amerîkî li Hewlêr û derdora wê hatiye komkirin.

 

Her wisa xetên înternetê yê herêma Mexmûrê bi giştî ji van saetên êvarê ve hatine qut kirin û ji derveyî telefonên normal pêwendî bi derve re nayê sazkirin.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin