Smiley face
sorani
Smiley face

Li Çemçemalê kampanya alîkariyê ji bo penaberan

2017-10-18 18:55:43
Qeyqamê navçeya Çemçemal ya ser bi parêzgeha Silêmaniye qebûl nake ku têgotin ku rewşa Kerkûkê aloze û ji dezgehên ragihandinê jî xwest ku bi berpirsyarî tevbigerin.


 

 

AŞTÎ EHMED / ÇEMÇEMAL

 

Îro bi însiyatîfa qeymeqamê Çemçemalê Remk Remezan û bi hevkariya rêxistina parastina zarokên Kurdistanê û navenda çalakiyên ciwanên şoreşê û hinek rêxistinên din, bi armanca hevkarî li gel penaberên parêzgeha Kerkûkê û du Xûrmatûyê kampanyayek dan destpêkirin.

 

Remk Remezan di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku bi hindek berpirsên bajarê Kerkûkê re pêwendî girtine û gotine rewşa Kerkûkê aram e. Lê, hindek dezgehên ragihandinê wisa radigihînin ku metirsî li vî bajarî heye. Ji lewma em daxwaz ji dezgehên ragihandinê dikin ku bi berpirsyarane tevbigerin.

 

Qeymeqamê Çemçemalê ji xêrxwazên devera Çemçemalê alîkarî ji bo penaberên ji Kerkûk, Xurmatû bidin û ragihand ku wan salona Şakir Fitah ya li Çemçemalê ji bo komkirina alîkariyan diyar kirine û ragihand ku ev kampanya li ser daxwaza gelek rêxistinan dane destpêkirin.

 

Her wisa hate gotin ku du mizgeftên Salar Feqî û Şehîd Şêrko li Çemçemalê û mizgefra Mame Rîşe û Kiwêxa Reûf jî li navçeya Şoreş ji bo penaberan cûda kirine.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin