Smiley face
sorani
Smiley face

Eniya Tirkmen Peykerê Pêşmerge yê li Kerkûkê rûxand

2017-10-18 18:26:09
Endamên Heşdî Şebî yên ketine Kerkûkê ku malên Kurdan xera dikin, hat ragihandin ku Eniya Tirkmen a Iraqê ya ji aliyê MÎT’ê ve tê rêvebirin Peykerê Pêşmerge yê li ketina Kerkûkê ye rûxandiye.



 

 

KERKÛK / ROJNEWS

 

 

Hêzên artêşa Iraqê û Heşdî Şebî yên ketin Kerkûkê malên Kurdan vala dikin. Li gor agahiyên hatin wergirtin, hêzên Heşdî Şebî malên Kurdan ên li Taxa Maker Xalid vala dikin û endamên xwe têde bi cih dikin.

 

Hat ragihandin ku li taxê gelek mal hatine valakirin û hin mal wek baregehên leşkerî tên bikaranîn. Her wiha hat ragihandin ku gelek mal jî hatine talankirin. Di vê navberê de hat destnîşankirin  ku çeteyên Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) beşek ji peykerê Pêşmerge yê li ser rêya Kerkûk-Hewlêr rûxandiye.

Li gel vê hat hînbûn ku çeteyên ITC’ê alên Herêma Kurdistanê yên li bajêr ji cihên lê radikin û dişewitînin. Û her wiha deverên weke dergeha Pence Elî yên ji bo Kurdan bi qîmet û pîroz in jî texrîb dikin.

 

Komên ITC’ê yên girêdayî dewleta Tirk, di nav koma Esayîb El Heq a serkêşê wê Qeys El Xezalî ye û wek alîgirê Îranê tê zanîn ve cih digirin.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin