Smiley face
sorani
Smiley face

Komela Îslamî: Gelê Xurmatû berdêla siyaseta şaş a rêveberiya Kurd dide

2017-10-18 17:31:33
Komela Îslamî ya Kurdistanê têkildarî rewşa Xurmatûyê daxuyaniyek da û ragihand: “Gelê Kurd ê li Xurmatûyê di encama siyaseta şaş a rêveberiya Kurd de berdêleke mezin da. Em daxwaz ji berpirsan dikin ku li ser rewşa aloz a Duz Xurmatûyê rawestin, malên welatiyan neyên talankirin û şewitandin.”


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Komela Îslamî ya Kurdistanê îro der barê rewşa Xurmatûyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku niştecihên bajarê Xurmatûyê di van bûyeran de berdêleke pir mezin di oxira vê siyaseta şaş a rêveberiya Kurd de da.”

 

Komela Îslamî bi berdewamî wiha got: “Weke tê zanîn welatiyên Kurd penaber û derbeder bûn, malên wan têne talankirin û şewitandin. Em ji aliyên berpirsyar daxwaz dikin ku li ser rewşa aloz a bajarê Xurmatûyê rawestin. Divê hikûmeta Iraqê jî pêşî li van karên qirêj bigire û rewşa asayî li herêmê serwer bike ku gelê koçber bûnê jî biçin ser malên xwe. Ji bo vegera wan li ser malên xwe jî hikûmeta herêmê û ya Iraqê divê alîkariyê bi wan re bikin.”

 

Komela Îslamî ragihand ku berdewamkirina vê rewşa aloz a Xurmatûyê xizmetê ji bihevre jiyanê û ewlekariyê re nake ku hikûmeta Iraqê daxwaza wê dike.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin